07:56 21 Cotmeh 2017
Zindî
    İsrail- Filistin- Kudüs- Mescid-i Aksa

    "Kes nabêje ku 3 kesan 2 polîs kuştin"

    © REUTERS/ Ammar Awad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3310

    Kuştina sê kesan a li Mescîda Aqsayê û qedexekirina nimêja înê, paşê jî danîna dedektoran a li devê perestgehê, bandoreke neyênî li têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê kir. Rafael Sadîyê ku beşdarî bernameya Yavuz Oghan bû, dîtina pêvajoyê a ajialiyê Îsraîl ve nirxand.

    Rafael Sadi got: "Ji bo em biryarê baş fêhmbikin divê em li kronolojiya wan binerin, qala bûyerekê kir ku berê ji raya giştî a Tirkiye re aşkere nebûye û wiha pê de çû.

    "Li El Aqsayê 3 kesên ku berê çekê xwe veşartibûn û di 14ê Tîrmehê de 2 polîsê Îsraîl yên li ber derî kuştibûn hebûn. Li ser vê bûyerê ew her 3 kes ji aliyê polîsan ve tên kuştin. Lê belê ev bûyer li Tirkiyeyê, wekî ku 3 xortê Filistînî hatibin kuştin kete rojevê. Tu kes qala wênake ku van ciwana 2 polîs kuştine."

    "Qezayeke trafîkê jî pêk were, polîs wê derê digre û li cihê bûyerê lêkolanê dike. Piştî vê bûyerê jî polîsê Îsraîlê El Aqsa û Herêma Qudsê digre û lêkolanê dike. Di nava El Aqsayê de çekên hatine veşartin dibîne. Di heman demê de 3 kesên rêveberê Weqfa El Aqsa jî bi hinceta hevkariyê digre."

    DEDEKTOR Jİ BO EWLEHİYA KESÊN KU ÎBADETÊ DİKİN HATİN DAN^İN.

    Sadî wiha pê pê de çû: Ewilê ji bo 2 polîsên hatin kuştin û paşê jî kuştina her 3 kesên ku ev polîs kuştin Mescîda Aqsa ji bo lêkolan cihê bûyerê hate girtin û di 16ê Tîrmehê de jî dîsa hate vekirin û got:

    "Dema di 16ê Tîrmehê de El Aqsa hate vekirin û li ber deriyên we dedektor hatin danîn bû bûyereke mezin. Ev derî dema tu diçî banqeyê jî hene, dema diçî Mekeyê jî, dema diçî sînangogê jî. Dema tu diçî El Aqsa çima nebin? Kû dera vê rûmetşikêne? Sibe rojekê terorîsek biçe bombeyên li ser xwe biteqîne û 200-300 mirovî bikuje, wê kî bibe berpirsê vê yekê. Ev bergiriyeke ewlehiyê ye ku divê were kirin. Lê em dibînin ku herkes bi rêya Qudsê dixwaze ji aliyê sîyasî ve parekê ji xwe re bistîne. Di serî de jî serokomarê Tirkiyê Tayip Erdogan. Ev bûyer ji Îsraîlê wisa xuya dike."

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu behsa kurdan kir û got: Erdogan kesê herî dawî ye ku şîretan li Îsraîlê bike
    Washîngton ji biryara Îsraîlê kêfxweş e
    Nadiya Murad li Parlamentoya Îsraîlê behsa kurdên êzdî kir
    Tankên Îsraîlê eniyên Hamasê topbaran kirin
    Etîketan:
    kuştin, RS FM, Rafael Sadi, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de