23:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Qetar

    Qetar: Îran gelekî bi kêrî me hat

    © REUTERS/ Thomas White
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2401

    Wezîrê Parastin ê Qetarê Xalid Bin Muhammed Atiye di axaftina xwe de ragihand ku piştî ambargoya 4 welatên erebî Îran gelekî bi kêrî me hat.

    Wezîrê Parastin ê Qetarê Xalid Bin Muhammed Atiye di axaftina xwe de got: "Ji xeyrî ku Îranê qada xwe ya hewayî ji balafirên Qetarê re vekir, gelek malzemeyên ku pêwistiya me pê hebû temin kir. Îran cîranê Qetarê ye û li qada xaza siruştî ya bakur şirîkê me ye. Ev cîrantî û şirîkatî hevkariya Doha û Tehranê gengaz dike."

    Muhammed Atiye di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku heke Erebîstana Siûdî, Misir, Îmarat û Behreyn dawiyê li mueyîdeyên li hemberî Qetarê neyinin wê Doha serî li rêyên qanûnî yên navneteweyî bide.

    Ev her welatên ku Erebîstana Siûdî serkêşiya wan dike hikûmeta Qetarê bi piştgirî û fînansoriya terorîzmê sûcdar dike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Qetar: Em pir dewlemend in, tehdîd bandorê li me nake
    Muslim: Ji ber tifaqa Îran, Qetar û Tirkiyeyê gelek xortên kurd hatine kuştin
    Qetar ji Amerîkayê bi 12 milyar dolarî balafirên şer standin
    Qetar: Em xwe teslîmî ti kesî nakin û dev ji siyaseta xwe jî bernadin
    Qetar û Tirkiye çi pêşniyar li Esma Esad kirin?
    Etîketan:
    Wezîrê Parastin ê Qetarê, Xalid Bin Muhammed Atiye, Îran, Qetar
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de