17:56 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Benjamîn Netanyahu

    Netanyahu behsa kurdan kir û got: Erdogan kesê herî dawî ye ku şîretan li Îsraîlê bike

    © REUTERS/ Dan Balilty
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26351

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di axaftina xwe de ragihand ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan kesê herî dawî ye ku şîretan li Îsraîlê bike.

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di axaftina xwe de got: "Gelekî balkêş e bê pêyvên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan yên ji bo kurd û niştecihên Qibrisa Bakur çine. Erdogan kesê herî dawî ye ku şîretan li Îsraîlê bike."

    Piştî biryara bicihkirina dedoktor û kamerayan a Îsraîlê li Qudsa Rojhilat li Camiya Mescîdî Aqsa bûyer qewimî bûn û Erdogan jî helwesta tund a hêzên ewlehî yên Îsraîlê li hemberî misilmanan şermezar kiribû û gotibû: "Îsraîl dixwaze Mescîdî Aqsa ji destê misilmanan derxîne."

    Piştî Wezareta Derve ya Îsraîlê ya duhî, îro jî Serokwezîr Benjamîn Netanyahu bertek nîşanî Serokomar Erdogan da.

    ‘GELO PEYVÊN ERDOGAN JI BO KURD Û NIŞTECIHÊN QIBRISA BAKUR ÇINE'

    Ofîsa Çapemenî ya Benjamîn Netanyahu di daxuyaniya xwe de got: "Balkêş e bê Erdogan wê ji bo kurd û niştecihên Qibrisa Bakur çi bibêje. Erdogan kesê herî dawî ye ku şîretan li Îsraîlê bike."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Trump û Netanyahu civîyan: 'Divê êdî şer bidawî bibe'
    Netanyahu û Pûtîn hevdîtinek kirin
    Netanyahu di weşana zindî de belgeya Hemasê qetand
    Netanyahu pirsên derbarê Xezzeyê de bersivand
    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu pesnê rêvebiriya nû da
    Etîketan:
    Bûyerên Mescîdî Aqsayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Îsraîlê, Recep Tayyip Erdogan, Benjamîn Netanyahu, Tirkiye, îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de