08:16 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerê Misrê

    Li hemberî qereqolê êrişa bombeyî: 2 jê zarok 7 kes hatin kuştin

    © Foto: AFP 2015/ Ahmed Abdel Fattah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 104 0 0

    Hat ragihandin ku li bakurê Nîvgirava Sînaya Misrê li hemberî qereqolê êrişa bombeyî pêk hat, di êrişê de 2 jê zarok 7 kesî jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî nûçeyên rojnameyên Misrê, li bakurê Nîvgirava Sînayê li hemberî qereqola leşkeran êrişa wesayîta bi bombe pêk hat. Wesayîta bi bombe berî ku bigihîje hedefa xwe bi 200 metroyî ji terefê tanka artêşê ve hat teqandin. Di bûyerê 2 jê zarok 7 kesên sivîl jiyana xwe ji dest da û çend kes jî birîndar bûn.

    Berdevkê leşkerî yê artêşa Misrê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di wesayîtê de zêdetirî 100 kîlo teqemenî hebû û wesayît berî ku bigihîje hedefa xwe ji aliyê artêşê ve hat teqandin. Lê berdevkê leşkerî yê misrî derbarê dîrokê de zanyarî neda.

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Misrê Sîsî li Almanyayê bi Merkel re hevdîtin pêk anî
    Li Misrê êrişa bi kêran: 2 kuştî 4 kes jî birîndar bûn
    Hin bankayên Misrê kar û barên xwe yên bi Qaterê re dan rawestandin
    Misrê bi operasyona asmanî bersiva êrîşan da
    Baxçeya gorên 4 hezar salî li Misrê hat dîtin
    Li kilîseya Kiptîyan a Misrê teqîn
    Etîketan:
    Li hemberî qereqolê êrişa xwekujî, girava Sînayê, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de