08:44 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Nadiya Murad

    Nadiya Murad li Parlamentoya Îsraîlê behsa kurdên êzdî kir

    © AFP 2017/ FREDERICK FLORIN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13151

    Aktîvîsta kurd a êzdî û Balyoza Niyetpakî ya Neteweyên Yekbûyî Nadiya Murad derbarê komkujiya kurdên êzdî li Parlamentoya Îsraîlê gotarek pêşkêş kir.

    Aktîvîsta kurd a êzdî û Balyoza Niyetpakî ya Neteweyên Yekbûyî Nadiya Murad bû mêvanê Parlamentoya Îsraîlê, behsa komkujiya li hemberî êzdî û çîroka xwe ya rizgarbûna ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê kir.

    Nadiya Murad di gotara xwe de jenosîda Holokostê ya li hemberî yahudiyan ku pêk hatibû kir û got: "Kurdên êzdî jî bi heman awayî ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hatin qetilkirin." Murad di berdewamiya gotara xwe de behsa ezmûna xwe ku ji aliyê DAIŞê ve dîl hatibû girtin û çîroka rizgarbûna xwe kir.

    Nadiya Murad yek ji kurdên êzdî ye ku li gundê Koço yê Şingalê niştecih bû û ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin.

    Bi heman mijarî:

    Nadiya Murad spasiya rêvebiriya Amerîkayê kir
    Her du keçên kurd Nadiye Murad û Lemiya Beşar xelat wergirtin
    DAIŞê bajarokê Rai yê bî ser Ezazê ve teslîmî grûba Siltan Murad kir
    Malbata kurdên êzdî ku ji 14 kesan pêk dihat ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
    Di nava 48 seetên borî de 11 kurdên êzdî hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Murad li Parlamentoya Îsraîlê gotarek pêşkêş kir, Aktîvîsta kurd a êzdî û Balyoza Niyetpakî ya Neteweyên Yekbûyî, Nadiya Murad, Kurdistan, îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de