19:23 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Balyozxaneya Îsraîlê

    Li hemberî Balyozxaneya Îsraîlê êrişa çekdarî: 2 kuştî

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Li Ammana paytextê Urdinê li devê Balzyoxaneya Îsraîlê gengeşî, di bûyeran de 2 urdinî jiyana xwe ji dest dan.

    Li gorî nûçeya rojnameya El Gad a urdinî ku dispêre çavkaniyên ewlehî, di bûyerên protestoyî yên li pêşiya avahiya Balyozxaneya Îsraîlê de kesek hatibû kuştin û yek jî birîndar bibû. Kesê birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Arab Medical Centerê û li gorî zanyariyan kesê birîndar jî jiyana xwe ji dest daye. Tevlî yê dawî hejmara urdiniyên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan gihîşte 2yan.

    Ji meqamên urdinî ji bo hemwelatiyên kuştî hê daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.

    Li gorî çavkaniyên ewlehî yek ji xwepêşandaran bi tornavidayê êrişî parastvanê îsraîlî kiribû û parastvan jî ew bi çeke kuştibû. Urdiniyê din jî bi qezayê hatibû birîndarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ebas: Heta dedektor neyên rakirin, em pêwendiyên bi Îsraîlê re didin rawestandin
    Rûspiyê civaka yahûdî bangî Îsraîlê kir: Bi xurtî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike
    Erdogan bi Serokomarê Îsraîlê re hevdîtin pêk anî
    Amerîkayê bertek nîşanî Îsraîlê da: Avakirina înşaetên nû aştiyê asteng dike
    Pisporê îsraîlî: Pêwistiya Îsraîlê bi Kurdistana serbixwe heye
    Etîketan:
    Li devê Balyozxaneya Îsraîlê xwepêşandan, Amman, Urdin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de