05:41 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Êrişa xwekujî

    Li hemberî karkerên wezaretê êrişa xwekujî: 24 kuştî û 42 birîndar

    © REUTERS/ Ahmad Shuja
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 56 0 0

    Li Kabilê li hemberî xebatkarên Wezareta Kaneyên Afganistanê êrişa xwekujî. Di êrişa xwekujî de herî kêm 24 kes hatin kuştin û 42 kes jî birîndar bûn.

    Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Afganistanê Necib Daniş di axaftina xwe de got: "Wesayîta bombebarkirî li hemberî otobusa xebatkarên Wezareta Kaneyan pêk hat. Êriş berê sibehê seet li derdora 07.00an pêk hat. Di êrişê de herî kêm 24 kes hatin kuştin û 42 kes jî birîndar bûn."

    Di êrişa xwekujî de gelek dikan, avahî û wesayîtên herêmê zirar dîtin û dengê teqînê ji taxên jor ê bajêr jî hat bihîstin.

    TALÎBANÊ BERPIRSYARIYA ÊRIŞÊ GIRTE SER XWE

    Di demên dawî de rêxistina Talîbanê êrişên xwe yên li Afganistanê zêde kirin û berpirsyariya êrişa dawî jî girte ser xwe.

     ئێریشه‌کا خوه‌کوژ ل دژی خه‌باتکارێن وه‌زاره‌تێ: 24 کوشتی و 42 بریندار
    © REUTERS/ Omar Sobhani
    Kabil'de bombalı saldırı

    Berdevkê rêxistina Talîbanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku 37 karmendên îstîxbaratê hatine kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî cihê ku teqîn pêk hatiye herî zêde niştecihên Şieyên Hazrê dijîn.

    Bi heman mijarî:

    Li Afganistan û Pakistanê aşît: Herî kêm 140 mirî
    Sînorên Afganistan-Turkmenistanê ji darbeyên îslamîstan dihejin
    Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Li Afganistanê êrîşa DYAyê: 16 polîs hatin kuştin
    Pentagon: Fermandarê rêxistinê yê Afganistanê hat kuştin
    Etîketan:
    24 kuştî û 42 birîndar, Li afganistanê êrişa xwekujî, Necib Daniş, Kabil, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de