09:42 24 Îlon 2017
Zindî
    Qeter / Doha

    'Qeter bo pozîsyona xwe yê li cîhana ereban ji nû ve bidestbixe, pêşniyara Sûriyeyê kir'

    © REUTERS/ Naseem Zeitoon
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4501

    Cîgirê Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê KOnseya Federasyona Rûsyayê Vladimîr Cabarov ragihand ku daxwaza beşdarbûna pêvajoya çareseriya Sûriyeyê ya Qeterê ji dil e û divê piştgiriya vê yekê were kirin. Sedama vê yekê jî Cabarov diyar kir ku Qeter dixwaze vegere cihê xwe yê bere.

    Cabarov ji Sputnikê re axivî û eşkere kir ku pêşniyara Qeterê ji nedîve bû, lê bi temamî li gorî pêvajoya aştiyê ya Sûriyeyê ye.

    Senatorê rûsî got: "Welatê Qeterê ji bo vegere pozîsyona xwe yê bere din av welatên ereban de ku ji ber dorpêçiya welatên Kendavê bi pêşengiya Erebistana Siûdî winda kiribû ji nû ve bidestbixe, ji ber vê yekê pêşniyareke wiha kir."

    Cabarov, balê kişand ser hevalbendiya herî girîng a Amerîkayê li Rojhilata Navîn ya Qeterê û eşkere kir ku Dohayê têkiliyê xwe yên bi Moskowê re zêde kiriye.

    Cabarov wiha pê de çû: "Daxwaza beşdarbûna Qeterê (Pêvajoya aştiya Sûriyeyê) ji dil e û ez difikirim ku bi rastî ev pêşniyar sûdê li pêvajoyê dike, divê piştgirî bê dayîn."

    Bi heman mijarî:

    'Qeter bixwaze em dikarin baregeha leşkerî bigirin'
    Qeter: Leşkerên nû yên tirk gihîştin Dohayê
    Qeter 45 welatiyên Tirkiyeyê dersînor dike
    Qeter: Ji îro pêve hewcedarî bi alîkariya Rûsyayê tine ne
    Qeter ji bo mexdûrên krîzê dozê vedike
    Etîketan:
    krîza, pêvajo, pêşniyar, Sputnik, Vladimîr Cabarov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de