21:18 26 Îlon 2017
Zindî
    İsrail- Filistin- Kudüs- Mescid-i Aksa

    Îsraîl: Ji Xezzayê moşek hat avêtin

    © REUTERS/ Ammar Awad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Aloziya ji ber astengiya ketina Mescîd-î Aqsayê her diçe zêdetir dibe. Hate ragihandin ku ji Filistînê moşek avêtine Îsraîlê. Hate îdiakirin ku armanca avêtina roketê Aşkelon bûye, lê moşek beriya ketinê li hewan hatiye îmxakirin.

    Aloziya ji ber astengiya ketina Mescîd-î Aqsayê ku di 14 Temuzê de Îsraîlê ji ber kuştina 2 polîs û 3 filistîniyan danîtibû, dewam dike. Hêza Parastina Îsraîlê (IDF) eşkere kir ku di saetên sibê de moşek ji bakurê Xezzayê ve hatiye avêtin.

    ​Li gorî daxuyaniya ku ji ser twittirê ve hat dayîn, moşek beriya bigihîje hedefa xwe li hewan hatiye îmxakirin û di bûyerê de jî ti tişt bi tu kesî nehatiye. Li gorî ragihandina Times of Israelê hedefa moşekê bajarê Alkelon ku dikeve başûrê Îsraîlê.

    Bi heman mijarî:

    Ebas: Heta dedektor neyên rakirin, em pêwendiyên bi Îsraîlê re didin rawestandin
    Rûspiyê civaka yahûdî bangî Îsraîlê kir: Bi xurtî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike
    Erdogan bi Serokomarê Îsraîlê re hevdîtin pêk anî
    Amerîkayê bertek nîşanî Îsraîlê da: Avakirina înşaetên nû aştiyê asteng dike
    Pisporê îsraîlî: Pêwistiya Îsraîlê bi Kurdistana serbixwe heye
    Etîketan:
    avêtin, moşek, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de