02:02 22 Cotmeh 2017
Zindî
    YPG

    Fermandarê Amerîkî: Me xwest, YPGê piştî rojekê navê xwe guhert

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 36240

    Fermandarê Hêzên Taybet ên Amerîkayê John Raymond (J.R) Thomas derbarê PYD û YPGê daxuyanî dan.

    Fermandar Thomas di civîna ewlekariyê ya salane ku li Enstîtuya Aspen a eyaleta Colorado hat lidarxistin de, li ser sedema guhertina navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) got ku wan xwestiye navê xwe biguherînin û YPGê jî guhertiye.

    ‘PIŞTÎ ROJEKÊ NAVÊ XWE KIRIN HSD'

    Thomas wiha axivî: "Wan berê bi fermî ji xwe re digotin YPG ku tirk dibêjin, bi PKKê re yek in û digotin, ‘Hûn dibin muxatabê dijminê min ê terorîst, hûn wek hevalbend çawa vê dikin?'Me jî li ser vê ji wan xwest ku pêwîst e navê xwe biguherînin. Me got, gelo hûn ji xeynî YPGê dixwazin xwe çawa binav bikin? Piştî rojekê ragihandin ku wan navê xwe kiriye Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)."

    'PEYVA DEMOKRATÎK PIR ZÎREKANE BÛ'

    Şêx Temîm bin Hamad el Sanî
    © AFP 2017/ FAYEZ NURELDINE
    Fermandarê Amerîkî got, ‘Ez hizirîm ku pir zîrekaneye ku peyva demokratîk xistine nav navê xwe yê nû û vê yekê hinekî îtibar da wan.'

    'MCGURK ŞANSEK BÛ JI BO ME'

    Thomas pesnê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Têkoşîna DAIŞê Bret McGurk da û bal kişand ser ku hêzên HSDê gelek tiştên min nedikarî bidim wan (Beşdarbûna Cenev û Astanayê wekî hêzeke siyasî) dixwestin, lê McGurk ji bo min şansek bû ku di danûstandinên bi wan re de gelekî ji min re dibû alîkar.

    'ME JI BO HEVALBENDIYÊ EW MEŞRÛ KIRIN'

    Fermandarê Amerîkî diyar kir, "Me ji bo vê yekê ew kirin hêza leşkerî û McGurk bi vî awayî hişt ew jî di nav danûstandinan de bimînin û rewabûna wan a bo hevalbendiya me pêk anî."

     

    Bi heman mijarî:

    Festîvala navnetewî ya şerabê destpê kir
    Rêxistina muxalîf amadebûna xwe ya bo agirbestê ragihand
    Li Idlibê şerê muxalîfan li ber derîyê sînor gur bû
    Emîrê Qeterê: Em bi ser ketin
    Lavrov destdanîna ser milkên dîplomatîk wekî ‘xesp’ bi nav kir
    Li Silêmaniyê 2 malbat pevçûn: 2 kuştî 8 birîndar
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de