23:09 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Polêsen Îsraîl

    Li Qudsê bûyer derket: 3 kes hatin kuştin

    © Foto: AFP 2015/ JAAFAR ASHTIYEH
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Li Qudsê di navbera xwepêşander û polîsê Îsraîlê de bûyer derket û di encamê de jî 3 kes hatin kuştin.

    Îro ji ber biryara qedexeya nimêjkirinê, welatiyên misilman li ber Mizgefta Eqsayê civiyan û di navbera wan û polîsê Îsraîlê de alozî derket û di encamê de jî 3 kes hatin kuştin

    Hefteya borî li nêzîkî Mizgefta Eqsayê du welatiyên îsraîlî hatibûn kuştin û li ser vê yekê polîsê Îsraîlê nahêle misilmanên ku ji 50 salî piçûktir, têkevin Mizgefta Eqsayê. Ev jî bû sedema nerazîbûna misilmanan.

    Îro roja înê jî li ber Mizgefta Eqsayê şer û pevçûn derket û 3 xwepêşander hatin kuştin. Herwiha zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîlê li rojhilatê Qudsê destûra çêkirina 10 hezar avahî da
    Dadgeha Îsraîlê: Kesên li Qudsê ji dayîk bûne, ne penaber, şêniyên herêmê ne
    Trump: ‘Ez bo veguhastina Balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsê cidî difikirim'
    Li Qudsê şerê çekdarî: 3 kuştî û 5 birîndar
    Etîketan:
    xwepêşedan, bûyer, Quds
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de