17:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Kuweyt

    Kuweytê ji balyozê Îranê daxwaz kir ku welêt bi terikîne

    © Sputnik/ A. Ignatov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Li gorî ragihandina ajansa nûçeyan a ISNAyê ya Îranê, hikûmeta Kuweytê ji Îranê daxwaz kiriye ku Balyozê Quweytê yê Îranê Elîriza Enayatî di nav 48 saetan de bila welêt biterikîne.

    ISNAyê di nûçeya xwe de, "Di bin bandora sûcdarkirinên bêbingeh ên li dijî Îranê û polîtîkayên destêkar ên Erebistana Siûdî de, Kuweytê ragihandiye ku Balyozê Kuweytê yê Îranê Elîriza Enayatî di nav 48 saetan de bila welêt biterikîne."

    Di saetên sibê de ajansa fermî ya Kuweytê KÛNAyê ragihandibû ku Kuweytê biryara girtina ofîsa di derbarê ateşeya çandî ya Îranê, standiye û Hikûmeta Kuweytê biryara kêmkirina dîplomatên îranî yên li welêt daye.

    Hat eşkerekirin ku biryar ji ber têkiliya rêxistina ‘El Abdalî' ku di dala 2015an de hatibû hilweşandin bi Hizbûllahê ya rêxistina şîe ya Libnanê û Îranê re heye hatiye standin.

    Televîzyona Sky News Arabiayê jî diyar kir ku hikûmeta Kuweytê biryara di nav 45 rojan de terikandina 15 dîplomat û ateşeya leşkeri yên îranî daye.

    Herwiha bi dersînor kirina wan dîplomatên îranî, dê 4 dîplomatên Îranê li welêt bimînin.

    Çavkaniyekî hikûmetê ji AFê re eşkere kiribû ku biryara dersînorkirina 15 dîplomatên îranî hatiye standin.

    Hikûmeta Kuweytê ragihandibû ku hemû komîsyonên di navbera hikûmetan de ya bi Îranê re dê bidin rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka bi milyar dolaran çekan difiroşe Kuweyt û Siûdî
    "Kuweyt dê di demeke nêz de gazê ji Iraqê bikire"
    Erdogan serdana Kuweytê dike
    NATOyê Navenda Rojhilata Navîn li Kuweytê vekir
    Amerîka, balafirên şer difiroşe Qetar û Kuweytê
    Etîketan:
    dersînor, dîplomat, ajansa nûçeya ya şagirtên Îranê (ISNA)
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de