17:29 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkî yên Koalîsyona Dijî DAIŞê li Iraqê

    The New York Timesê: Amerîka winda kir, Îran jî biser ket

    © AP Photo/ Marko Drobnjakovic
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 55 0 0

    The New York Timesê diyar kir, li Iraqa ku Amerîkayê berî 14 salan serokê wê Sedam Hisên xistibû û dagir kiribû daku Rojhilat Navîn wiha bike ku berê wê ber bi Ewropayê ve be, îro Îran desthilat e, "Piştî ku Amerîkayê welat teslîmê Iraqê kir, Îran wî welatî birêve dibe."

    Rojnameyê parast ku Amerîkayê 14 sal berê Iraqê dagir kir û di vî rêyê de 4 hezar û 500 leşkerên amerîkî hatin kuştin, zêdetirî 1 trîlyon dolarî pere hat xerckirin, lê niha Îran wî welatî birêve dibe.

    Analîza rojnameyê wiha ye:

    "Li Iraqa ku Amerîkayê berî 14 salan serokê wê Sedam Hisên xistibû û dagir kiribû daku Rojhilat Navîn wiha bike ku berê wê ber bi Ewropayê ve be û div î rêyê de gelek bedel hatin dayîn: 4 hezar û 500 leşkerên amerîkî hatin kuştin, zêdetirî 1 trîlyon dolarî pere hat xerckirin."

    Ji roja ewil vir ve Îranê tiştekî cuda dît: Şansê pabenda dewletekê ku di sala 1980an de şereke dijwar bi Iraqê re dabû destpêkirin, bidestxist. Eger divî şerî de biserkeve, Iraq bo wan êdî nabe gef.

    Vê têkoşînê Îran qezanc kir, Amerîka jî winda kir

    ​Rojnameyê bibîrxist ku Amerîka ev 3 sale li Iraqê bi şerê li dijî DAIŞê re eleqeder dibe û zêdetirî 5 hezar leşkerên amerîkî ji welatê xwe çûne Iraqê û bo Mûsilê ji DAIŞê paqij bikin alîkariyê dikin:

    "Lê Îran tu car peywira xwe ji bîr nekir: Ji bo êdî tu car leşkerên Iraqê bo wan nebe gef, hakimê cîranê xwe û bo koridora Tehran û Behra Spî kontrol bike (Irak) bikar tîne."

    Rojnameyê destnîşan kir ku Îran li Iraqê tenê hinek projeya ferehbûnê pêk anîye û ji bo li Libnan, Sûriye, Yemen, Afxanistanê bandora xwe fireh bike, bi awayeke nerm û tûnd hêza xwe bikar tîne.

    Bi heman mijarî:

    Îran ji lihevkirina Rûsya û Amerîkayê bi guman e
    Rûsya û Îran: ‘Çalakiyên Amerîkayê dê bandor li biqerariya me neke'
    Îro balyoz û konsolxaneyên Îran û Amerîkayê girtî ne
    Li Kendava Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de alozî
    Etîketan:
    winda, The New York Times
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de