15:29 19 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Şerqul Ewset: Ji bo ku suneyên ereb guh nedan Barzanî şikestin

    © REUTERS/ Khalid al Mousily
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 77 0 0

    Gerînendeyê Giştî yê rojnameya Şerqel Ewset û nivîskarê navdar di gotara xwe de ragihand ji bo ku suneyên ereb ên Iraqê guh nedan Barzanî şikestin.

    Gerînendeyê Giştî û sernivîskarê rojnameya Şerqel Ewset Xessan Şerbel di gotara xwe ya îro de ragihand ji bo ku suneyên ereb ên Iraqê guh nedan Barzanî şikestin. Piştî têkçûna rejîma beas a Iraqê di sala 2003an de, hejmarek rêvebirên suneyên ereb ên Iraqê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin. Barzanî di wê civînê de daxwaz ji rêvebirên sune kir ku yekgirtî bin û daxwaza herêmeke taybet bikin ku hûn parastî bimînin.

    Xessan Şerbel di berdewamiya gotara xwe de got: Rêvebirê suneyên ereb guh nedan gotinên Serokê Herêma Kurdistanê û rastî şikestê hatin. Ji aliyekê ve Îran dest danî ser Iraqê, ji aliyê din ve sune ji hukimraniya Iraqê qutbûn û hatin dûrxistin. Destkeftiyên wan ji dest wan çûn, rêua Bexdayê ji wan re hat girtin û beşa mayîn jî çû kêleka rêxistinên terorîst."

    Şerbel di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de roleke mezin lîst û dawî li xewnên rêxistinê anî."

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê Êzidîyan ê Şandeya Referandûmê: Barzanî her tişt eşkere ji wan re got
    Barzanî li Parlamena Ewropayê axivî û ji bo hemû pêkhateyan soz da
    Barzanî: Nêrîna Belçîkayê ji bo referanduma serxwebûnê pir erênî ye
    Barzanî ji bo referandûma serxwebûnê li Ewropayê ye
    Barzanî: Referandûm derfeteke bo Kurdistanê
    Etîketan:
    Serokê Herêma Kurdistanê, Gerînendeyê Giştî û sernivîskarê rojnameya Şerqel Ewset, Mesûd Barzanî, Xessan Şerbel, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de