20:08 25 Îlon 2017
Zindî
    Qetar

    Analîstê îsraîlî: Piştî Qeterê, dora Tirkiyeyê ye

    © REUTERS/ Thomas White
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28260

    Navenda Qudsê ya îsraîlî ji bo lêkolînan, diyar kir ku her çar welatên ambargo danîne ser Qeterê plan dikin ku Tirkiyeyê jî ji ber "piştgiriya wê ji rêxistinên terorê" re siza bikin, lê ev sizakirin dê piştî safîkirina mijara Qeterê pêk bihata.

    Li gorî nûçeya Turkey Pressê, Navenda Qudsê ji bo lêkolînên civakî û dewletê ragihandiye ku çavkaniyên erebî eşkere dikin; Erebistana Siûdî, Mîrîtiyên Erebî, Behreyn û Misirê dest bi hewildana pêngavên ambargoya aborî li dijî Tirkiyeyê biavêjin kirine û dixwazin têkiliyên xwe bi Yûnanistan û Qibrisê re xweş bikin ku herdû jî neyarên Tirkiyeyê ne.

    'DÊ HER ÇAR WELATÊN AMBARGOYA QETERÊ DANÎNE HESAB JI TIRKÎYÊ BIPIRSIN'

    Analîst Yûnî Bin Minahim lêkolînek ji bo navenda navborî amade kiriye û tê de rexne li helwesta Tirkiyeyê girtine bi hinceta ku sala çûyî peymana lihevhatinê bi Îsraîlê re îmze kiriye û hîn jî nivîsgeha rêxistina Hemasê li Stenbolê vekirî ye. 

    Li gorî analîstê Bin Minahimî, ev qeyrana Kendavê çiqasî dirêj bike jî, Qeter dê dawiyê teslîm bibe û piştî wê her çar dewletên ambargoyê dê hesab ji Tirkiyeyê bipirsin.

    "EGER TRUMP PIŞTGIRIYA AMBARGOYA QETERÊ BIKE, DÊ YA LI SER TIRKIYEYÊ JÎ BIKE"

    Analîstê îsraîlî destnîşan kir ku sedema Erdoganî piştgiriya Qeterê kiriye jî ew e ku piştî Qeterê dê dor were ser Tirkiyeyê.

    Herwiha Bin Minahimî diyar kir ku biserketina ambargoya li ser Qeterê, bi piştgiriya birêveberiya Trumpî ve girêdayî ye û eger Trump heta dawî piştgiriyê bide wan, ev tê wê wateyê ku dê pişta wan bigire di ambargoya li ser Tirkiyeyê de jî.

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê Komîsyona Ewropayê: Îdam were, deriyê YEyê li ber Tirkiyê tê girtin
    Li bajarê Şino festîvala gêlasan
    2 hêzên li Sûriyê li Idlibê bi hev ketin
    Erdogan: Navê dijminan bêjim, emê rûbirûyî krîzeke gelekî cidî ya navnetewî bibin
    Pêşmergeyê dîl bi guhertina emîrê DAIŞê hat rizgarkirin
    Cîgirê walîyê Amedê ji FETOyê hat binçavkirin
    Dema Erdogan dipeyivî Drone ket: 7 kes birîndar bûn
    'Bi cudabûna kurdan re wê herêm rûbirûyî tsûnamiyê bibe'
    Etîketan:
    Qeter, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de