19:00 19 Mijdar 2017
Zindî
    Avigdor Liberman

    Îsraîl: Em destûr nadin Îran li başûrê Sûriyeyê bi cih bibe

    © Sputnik/ Sergey Subbotin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5300

    Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Avigdor Liberman di axaftina xwe de ragihand ku em destûr nadin Îran li başûrê Sûriyeyê bi cih bibe û li wir hêza xwe bi pêş bixe.

    Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Avigdor Liberman di axaftina xwe de got: "Îranê polîtîkaya xwe ya derveyê welat li ser tûnekirina Îsraîlê ava kiriye. Rola wê ya li başûrê Sûriyeyê ji bo me neyînî ye. Hewldanên Îranê yên li Yemen, Libnan û Sûriyeyê hemû ji bo tûnekirina me ye û em nikarin vê piştguh bikin. Em destûrê nadin Îran li başûrê Sûriyeyê bi cih bibe û hêza xwe bi pêş bixe."

    Avigdor Liberman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hizbullah jî li Sûriyeyê bi cih bûye û armanca wê ya sereke jî tekoşîna bi Îsraîlê re ye. Ji xwe ew jî vê armanca xwe venaşêrin. Ez bawerim îstÎxbaratvanên rûsî jî dê vê serast bikin."

    Liberman di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em naxwazin mudaxeleya nava Sûriyeyê bikin. Em rejima Sûriyeyê qanûnî nabînin. Helwesta me li hemberî Şamê eşkere û zelal e. Hetanî ewlehiya me nekeve xetereyê em eleqedarî wan nabin. Lê dema Sûriye bibe cepheyekî dijî Îsraîlê em nikarin bêdeng bimînin."

    Bi heman mijarî:

    Liberman qabîneya Îsraîlê belav kir
    Amerîka ji bo wezîrtiya Liberman bertek nîşanê Îsraîlê da
    Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Liberman cara yekemîn serdana Amerîkayê kir
    ‘Îsraîl dixwaze ku herêmên kêmkirina rageşiyan li başurê Sûriyeyê Amerîka kontrol bike
    Emar Hekîm: Îsraîl piştgirîyê dide referandûma Kurdistanê
    Etîketan:
    Îsraîl em destûr Îran li Sûriyeyê bihêz bibe, Wezîrê Parastin ê Îsraîlê, Avigdor Liberman, Sûriye, Îsraîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de