17:32 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    Leşkerê Misrê

    Li hemberî noqteya ewlehî êrişa çekdarî: 5 polîs hatin kuştin

    © Foto: AFP 2015/ Ahmed Abdel Fattah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 214 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, li bajarê Gîze yê Misrê di pevçûnên şerê çekdarî de 5 polîsên wî welatî hatin kuştin.

    Li navçeya Seqera ya bajarê Gîze ya Misirê çend çekdarên nasname ne diyar êrişî noqteya kontrol a polan kirin. Di encama êrişê de di navbera herdu aliyan pevçûn derket û 5 polîsên misrî canê xwe ji dest dan.

    Heta niha ti kes an jî rêxistinan ev êrişa ser kontrola ewlehî ya polîsan negirtiye ser xwe.

    Di van çend mehên dawîn de li Misrê êrişên çekdarî yê li dijî hêzên ewlehiyê pêk tên. Ev êriş herî zêde li herêma Sîna ya Misirê, hêzên wî welatî rastî êrişên komên tundrew tên. Bi taybetî jî rêxistina terorîst a DAIŞê gelek êriş û teqînên herêma Sînayê girtiye ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    Li Misrê êrişa bi kêran: 2 kuştî 4 kes jî birîndar bûn
    Hin bankayên Misrê kar û barên xwe yên bi Qaterê re dan rawestandin
    Misrê bi operasyona asmanî bersiva êrîşan da
    Baxçeya gorên 4 hezar salî li Misrê hat dîtin
    Pûtîn sersaxî ji Misrê re xwest
    Etîketan:
    5 polîs hatin kuştin, Li hemberî noqteya polîsan êrişa çekdarî, Gîze, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de