21:19 23 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Erebîstana Siûdî

    ‘Erebîstana Siûdî bê Rojava li Kendavê nikare tiştekî bike’

    © AFP 2017/ Taha Saleh
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 117 0 0

    Siyasetmedarê Bahreynî Sayîd aş Şahhabî ji Ajansa Spûtnîkê re, rewşa krîza Qeterê şîrove kir.

    "Erebîstana Siûdî ne xwedî planeke hereketê bû, gengaz e rewş li gor senaryoya pêşniyarkirî pêş bikeve. Erebîstana Siûdî her tişt danî ser êrîşkariya bêalternatîv ya li dijî Qeterê. Dihate pêşbînîkirin ku mîrge (mîrîtî) xwe li hember êrîşê ranegre. Lê belê vê gavê her kes fêm dike ku plana navborî bin ket. Pirs di tevgera Erebîstana Siûdîyê de bi xwe ye. Mînaka Civaka hevkariya dewletên erebî yên Kendava Farisî yên ku di sala 1981yî de destpêka şerê Îran û Îraqê hatibû damezirandin. Erebîstana Siûdî di vê rêxistinê de nûnertiya hêzên Rojavayê dikir û nedikarî bi serê xwe hereket bike. Sîstema han îro jî hatiye parastin: Er Riyad dikare li Yemenê, Sûriye û Libiyayê şer bike, lê ew nikare bi welatên endam yên Civaka hevkariya dewletên erebî yên Kendava Farisî re bikeve nîqaşan."

    'PARTNERÊN ROJAVAYÎ DESTEK NEDAN GUVAŞA RIYADÊ YA SER QETERÊ'

    Şahhabî di berdewamê de bal kişand ser, ‘Erebîstana Siûdî plan dikir ku bi riya leşkerî guşarê (guvaşê) li hember Qeterê pêk bîne, lê belê ji bo partnerên wê yên Rojavayê gaveke wisa ne sudmend bû û destek nekirin' û wiha domand:

    "Piştî wê planên Siûdiyan ya pêşxistina konflîktê ruxiyan, lê ji bilî hêza leşkerî Erebîstana Siûdî bi riyeake din nikare guşarê li Qeterê bike. Dema Qeterê 13 şertên ku dane pêşiya wan red kir, Er Riyad şaşwaz bû. Ji wê demê, ji bo her du aliyên konflîktê qonaxeke zehmet destpê kir. Tevî wê, pozîsiyona Qeterê xurtir bû û di nav Civaka hevkariya dewletên erebî yên Kendava Farisî de, alozî zêde bûu. Dikarin bêjin ku Erebîstana Siûdî ne xwedî hezeke qewre ye ji bo ku li herêmê bêyî piştgiriya hêzên Rojava nikare hereketan bike. Ev tişta di kompaniyên dijî Yemen, Sûriyeyê, Îraqê, Libiyayê û Qeterê hate dîtin."

    'TRUMP TIŞTEK JI RIKEBERÊN XWE YÊN ÎNGILÎZ RE NEHIŞT'

    Siyasetmedar diyar kir, "Hereketên Er Riyadê ji alî partnerên Rojavayê ve nehatibûn erêkirin û niha ev gerek rastiya îro qebûl bike. Lê rewşa îro wisa ye: Birîtaniya hîn berî sê salan ragihand ku dixwaze vegere herêma me. Li Bahreynê baregeha leşkerî hatibû avakirin. Hatibû gotin ku DYA êdî bala xwe zêde bikişînin ser herêma Rojhilata Dûr, lê Brîtaniya tevî hevparên xwe cihê wan li Iraqê û Kendava Farisî bigirin. Îngiltere naxwaze ku Erebîstana Siûdî li herêmê bibe lîder. DYA û Birîtaniya ji ber dewlemendiyên herêma me di nav raqebetê de ne. Donald Trump li dema serdana xwe ya dawî peymanên bi deh milyar dolaran li Er Riyadê îmzekiri bû, bi vî awayî Trump tiştek ji rikeberên xwe yên îngilîz re nehîşt. Di navbera wan herdem şerê veşartî tê meşandin. Îsal serdana serokê DYAyê ber bi Londonê ve nehatiye plan kirin. Li vir rewşa hundir ya walêt jî rolê dilîze, mînak li Îngilterê partiya leyborîstan li pêş e, lê populerîzma konservantan dikeve, rewşa han ku ne li gor daxwaziya Amerîkayê ye. Rageşiya han rasterast bandorê li ser rewşa Kendava Farisî dike. Li Erebîstana Siûdî vî tiştî ber bi çavan derbas nakin."

    'TRUMP DIBÊJE, LÊ BIRYARAN WEZARETA DERVE DIDE'

    Derbarê guhertinên îro di siyaseta Amerîkayê de, li herêma Rojhilata Navîn, eksperê Bahreynê got ku ev bi nelihevkirina rêveberiya Amerîkî ve girêdayî ye.

    Tê zanîn ku di navbera Koşka Spî û Wezareta Karên Derve de rageşî heye.

    Sayîd aş-Şahhabî dibêje, `îro em dibînin ku Donald Trump her tiştê ku dixwaze dibêje, lê di dawiya dawî de, biryaran Wezareta Karên Derve digire.

     

    Bi heman mijarî:

    Çekên herî bi bandor ên Artêşa Rûsyayê
    Li Rihayê pevçûn: Kesek mir, 10 kes birîndar bûn
    Rêveberê partîya Kurd a Îranê bi guleyekê can da
    Muxalefeta Sûriyê şertê avakirina ‘Herêma xweser a Kurdan’ eşkere kir
    2 rayedarê HDPê hatin girtin
    Li Misrê êrişa bi kêran: 2 kuştî 4 kes jî birîndar bûn
    Etîketan:
    siûdî, Siûdî, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de