08:46 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Polêsen Îsraîl

    Li Qudsê şerê çekdarî: 3 kuştî û 5 birîndar

    © Foto: AFP 2015/ JAAFAR ASHTIYEH
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Li gor îdîaya polîsê Îsraîlê 3 filistîniyên ku 3 polîs birîndar kirin hatin kuştin. Polîsan Mescîdî Aksa girt û dê îro li nimêja înê neyê kirin.

    Li gorî îdîaya Îsraîlê, 3 filistînî îro berê sibehê êrişî polîsên Îsraîlê kirin û di bûyerê 3 polîs birîndar bûn û ji êrişkarên filistînî jî 3 kes hatin kuştin. Piştî bûyerê polîsan Mescîdî Aksa girt.

    Li gor daxuyaniya polîsê Îsraîlê, 3 filistîniyên ku li Deriyê Aslanli ya Mescîdî Aksayê bi çekan êrişî polîsên îsraîlî kirin reviyan nava Mescîdî Aksa û di pevçûnê de hatin kuştin. Li gor daxuyaniyê di operasyonê de 2 kes jî bi giranî birindar bûn û li ser filistîniyên ku hatin kuştin de 2 çekên otomatik û demançeyek hat girtin.

    Polîsên Îsraîlê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku Midûriyeta Polîs a Herêma Qudsê hemû deriyên Mescîdî Aksa girtine û wê destûra nimêja înê nede.

    Ji aliyê din ve servîsa rewşa lezgîn a bi navê Stêrka Davut a Sor a Îsraîlê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku di êrişa filistîniyan de 2 jê giran 3 polîsên îsraîlî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Trump li Qudsê çû ber dîwarê pîroz
    Îsraîlê li rojhilatê Qudsê destûra çêkirina 10 hezar avahî da
    Dadgeha Îsraîlê: Kesên li Qudsê ji dayîk bûne, ne penaber, şêniyên herêmê ne
    Trump: ‘Ez bo veguhastina Balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsê cidî difikirim'
    Sadr: Balyozxaneya DYAyê biçe Qudsê divê bo rizgarkirina Qudsê hêzek taybet bê avakirin
    Etîketan:
    3 kuştî û 5 birîndar, Polîsên Îsraîlî rastî êrişa çekdarî hatin, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de