17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Serhildêrên Yemenê

    Generalê Yemenê: Şerê di navbera welatên ereban de bi kêrê Amerîkayê tê

    © REUTERS/ Khaled Abdullah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Berdevkê Artêşa Yemenê ku bi tevgera Hûsî Ensarûllah re koalîsyon ava kiriye General Ezîz Raşîd ragihand ku şerê di navbera welatên ereban de bi kêrê Amerîkayê tê.

    Raşîd ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku nûçeyên di derbarê Artêşa Yemenê çeken modern wergirtiye, cudahiya di navbera aliyan de zêdetir dike û ev yek bi armanca ku welatên Kendavê zêdetir çek ji Amerîkayê bistîne tê kirin.

    Raşîd got: "Amerîka dixwaze bide nîşandan ku li Yemenê çê diqewimin heya wan jê heye. Lê di rastiyê de wisa nîne. Tenê ji agahiyên li ser medyaya civakî û çapameniyê de ku tên parvekirin, haydar in. Lewre Amerîka ji agahiyên leşkeri yên li Yemenê têra xwe haydar nîne."

    Raşîd wiha pê de çû: "Şerê di navbera welatên ereban de kêrê Amerîkayê tê. Herwiha Amerîka bi vî yekî hegemonya û kontrola xwe yê li herêmê zêdetir dike. Di vir de Erebistana Siûdî û Yekîtiya Ereban alîkarî didin."

    ‘DIBE EM BI KOORDÎNATAN LI BAJAREKÎ EREBISTANA SIÛDÎ BIXIN'

    Raşîd eşkere kir ku potansiyela cebilxaneya moşekan ya Artêşa Yemenê zêde bûye û dibe em bi koordînatan li bajarekî wekê Riyadê bixin û ev yek jî pergala moşekên Patriotê ya Amerîkayê bypass bike.

    Bi heman mijarî:

    Li Yemenê ji kolerayê 789 kesî jiyana xwe ji dest dan
    Li Yemenê êrişa hewayî: 10 kuştî û 21 birîndar
    ‘Amerîka ji Iraqê û Sûriyeyê mîlîtan sewqî Yemenê dike'
    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê çû Siûdî: ‘Divê şerê li Yemenê bi dawî bibe'
    Li Yemenê bi sedan hezaran kes mudexaleya koalîsyona ereban protesto kirin
    Li Yemenê li dijî şikefa penaberan êriş: Herî kêm 31 kuştî
    Etîketan:
    kêrê, şer, Sputnik, Ezîz Raşîd, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de