09:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    ABD Dışişleri Bakanı Rex Tillerson- Suudi Arabistan Kralı Selman bin Abdulaziz

    Tillerson piştî serdana xwe yê Qeterê çû Erebistana Siûdî

    © REUTERS/ SPA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Ambargoya welatên Kendavê li ser Qeterê dewam dike. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson piştî serdana xwe yê Qeterê derbasî Erebistana Siûdî bû. Tillerson li bajarê Cîdeyê bi Qralê Siûdî Selman bîn Ebdulazîz re hevdîtin pêk anî.

    Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê, Tillerson ji aliye Qral Serlman ve hatiye pêşvazîkirin û silavê Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bo Selman ragihand.

    Di hevdîtinê de di seride têkoşîna li dijî finansman û terorîzmê, mijarên herêmî yên di demên dawî de diqewimin û mijarên di rojeva civaka navneteweyî de û têkiliyên her du welatan hatin nirxandin.

    TILLERSON BI WEZÎRÊN KARÊN DERVE YÊN WELATÊN KU AMBARGO DANÎTIN SER QETERÊ RE CIVIYA.

    Tillerson îro dest bi hevdîtinê xwe yên li Erebistana Siûdî kir û piştî hevdîtina bi Qral Selman re, beşdarî civîna hevpar yê wezîrên karen derve yên welatên Yekîtiya Ereban, Misir, Behreyn, Erebistana Siûdî ku ambargo danîtin ser Qeterê, bû.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Derve ya Amerîkayê firotina moşekên Patriotê bo Romanyayê erê kir
    Lavrov ji bo Amerîkayê: Nîskê dikin gîsk
    Heyeteke hevpar a Pêşmerge û artêşa Iraqê çûne Amerîkayê
    Îran ji lihevkirina Rûsya û Amerîkayê bi guman e
    Amerîkayê, Moskowê ji ber alîkarî nedaye bajarê xeyalî ‘Rûs Atlantîsê' rexne kir
    Etîketan:
    hevdîtin, Qral Selman bîn Abdulazîz, Rex Tillerson, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de