05:42 23 Cotmeh 2017
Zindî
    ABD Dışişleri Bakanı Rex Tillerson- Katar Dışişleri Bakanı Şeyh Muhammed bin Abdulrahman el Sani

    Amerîka peymana têkoşîna li dijî terorîzmê bi Qeterê re mor kir

    © REUTERS/ Tom Finn
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Şêwirmendê paye bilind yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, R.C. Hammond ragihand ku di dema serdana Qeterê yê Tillerson de peymana ‘têkoşîna finansman û terorîzmê' di navbera her du welatan de hatiye morkirin.

    Tillerson û hevkarê wî yê Qeterê Şex Muhammed bîn Abdurrahman el Sanî di civîna çapameniyê ya hevpar de memorandûma ku di heyama ambargoya li ser Qeterê de hat morkirin ragihandin.

    Şewirmendê bilind yê Tillerson, Hammond di derbarê memoranduma bi mijara ‘têkoşîna finansman û terorîzmê' ya di navbera her du welatan de daxuyanî da rojnamegeran.

    ‘EV GAVEKE ERENIYE JI BO SIBE ROJÊ'

    Hammond eşkere kir ku ev gaveke ereniye ji bo sibe rojê û got: "Amerîka û Qeter, li ser hewldanên Qeterê di mijarên meseleyên piştgiriya terorîzmê û zexmkirina şerê terorîzmê de li hev kirin."

    Bi heman mijarî:

    Ji 4 welatên Ereb biryareke nû ji bo Qeterê
    ‘Îhtimala ku Erebîstana Siûdî êrîşî Qeterê bike pir kêm e’
    Erebistan: Dorpêçiya li ser Qeterê heta daxwazên me bicih neyên dê dewam bike
    Wezîrê Parastinê yê Qeterê diçe Tirkiyeyê
    Pisporê Bahreynî: Siûdî ji ber du sedeman bi Qeterê re şer nake
    Etîketan:
    peyman, Şex Muhammed bîn Abdurrahman el Sanî, Rex Tillerson
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de