10:51 28 Gulan 2018
Beşar Esad

‘Amerîkayê qebûl kiriye ku Esad li desthilatê bimîne'

© REUTERS / SANA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hate ragihandin ku Koşka Spî di derbarê Sûriyeyê de stratejiya nû pejrandiye, li gor wê stratejiyê dê Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji desthilatê nayê durxistin û hevkariyeke xurt di warê leşkeri de bi Rûsyayê re bê dayîn.

Li gorî nûçeya Rojnameya The Daily Beast ku zanyariyên xwe dispêre çavkaniyên rêveberiya Amerîkayê û Kongreyê Amerîka li hemberî pêşniyara Rûsyayê û hevalbedê wê ya di derbarê avakirina herêmên kêmkirina rageşiyan li Sûriyeyê û kontrolkirina wan ji aliyê leşkerên Rûsyayê ve, denakeve. Li vir behsa Helebê tê kirin kû artêşa Sûriyeyê bi alîkariya Moskowê kontrol kiribû.

‘KONTROLA WAN HERÊMAN DIKEVE DESTÊ HSDê'

Herwiha rojnameyê nivîsand ku Amerîka naxwezê wan herêmên ku hevkarên wan herêmên ku ji rêxistina terorîst a DAIŞê azadkirine radestî hikumeta Sûriyeyê bikin. Tê pêşbînîkirin ku kontrola wan herêman bikeve deste Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG pêşengiya wê dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di encama hevdîtina xwe bi Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antoniyo Guttereş re gotibu ku çarenivîsa Esad bi pozîsiyona Rûsyeyê ve girêdahiye.

Hate diyarkirin kû pozîsiyona Tillerson nîşana qebulkirina serkeftina siyasî ya hikumeta Sûriyeyê ye ya kû bi piştgiriya Rûsya û Îranê destxistiye ye.

Bi heman mijarî:

DYA: Em ji bo Sûrîya bihêz destûrê nadin Esad bimîne
Ji Fransa û Brîtanyayê daxuyanîya Esad: Em ê lêdin
Esad li Laziqîyê serdana bingeha leşkerî ya Rûsyayê kir
‘Trump tevî ku zanibû Esad çekên kîmyewî bikar neanîye jî li Şayratê xist’
Esad li Hemayê çû nimêja cejnê
Dibe ku opozîsyona Sûrîyê di serdema veguhêz de mayîna Esad qebûl bike
Etîketan:
desthilatdarî, HSD, YPG, The Daily Beast, Rex Tillerson, Beşar Esad, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de