14:53 26 Gulan 2018
Şam - Paytextê Sûriyeyê

‘Îsraîl dixwaze ku herêmên kêmkirina rageşiyan li başurê Sûriyeyê Amerîka kontrol bike

© REUTERS / Yaseen Al-Bushy
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Îsraîl naxweze kû hêzên leşkerî yên Rûsyayê herêma kêmkirina rageşiyan ku tê plan li başurê Sûriyeyê bên avabikin, kontrol bike û daxwaz dike kû vê mîsyonê Amerîka hilgire ser xwe.

Li gorî nûçeya Rojnama îsraîlî Gaaretsê li Qudsê bi giştî hizra avakirina herêma kêmkirina rageşiyan li nêzî Sûriye, Urdun û Îsraîlê bi awayekî erênî pejrandine, avakirina herêman wek derfetek ji bo rawestandina şer li ser sînorên xwe û pêşîgirtina rê li ber hatina hêzên Îranê, tevgera Lubnanî ya `Hizbulah` ê û komên mîlîtanên Şiî yên ku li aliyê Serokê Sûriyeyê Beşar Essed şer dikin bigire, dibînin.

‘ÎSRAÎL BICIHKIRINA LEŞKERÊN RÛSÎ QEBÛL NAKE'

Yek ji fermanberên payebilind yê Îsraîlê kû navê wî nehat eşkerekirin, dibêje, `Yek ji fikarên sereke yên Îsraîlê ew e gelo rejîma agirbestê li ser sînorên Îsraîle û Urdunê çawa bê dabînkirin û ji vê berpirs be… Rûsya ji bo pêkanîna vî karî artêşa xwe pêşniyarkir. Hate ragihandin ku Îsraîl vê pêşniyarê qebulnake û daxwaz dike kû rejîma agirbestê li başûrê Sûriyeyê hêzên amerîkî kontrol bikin`.

Herwiha rojname nivîsand ku rêveberiya Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump hizra Îsraîlê vedinêre lê hîn ti biriyar nedaye.

Bi heman mijarî:

Pûtîn peymana ku bi Sûriyeyê re morkirin pêşkeşî Dûmayê kir
Hêzên koalîsyonê operasyona hewayî li Sûriyeyê pêk anî: 9 sivîl hatin kuştin
Li Sûriyeyê ji bo 5 rojan agirbest hat ragihandin
Rûsya di 24 saetên dawî de 3.9 ton alîkariya mirovî şand Sûriyeyê
Pûtîn û Erdogan li ser krîza Sûriyeyê axivîn
Etîketan:
kontrol, herêm, rageşî, kêmkirin, Rojnama îsraîlî Gaaretsê, Donald Trump, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de