19:53 22 Îlon 2017
Zindî
    Muhammed bin Abdurrahman El Sani

    Qeter: Ambargo helwesteke êrîşkarî ye, Îran mahne ye

    © REUTERS/ Naseem Zeitoon
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 901

    Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Muhammed bin Abdurrahman el Sanî, ambargoya siyasî, aborî û civakî ya ser welatê xwe wekî ‘çalakîyeke êrîşkarî’ û ‘heqareta li welatekî serbixwe û serwer’ nirxand.

    Sanî di hevpeyvîna digel CNN Internationalê de, diyar kir ku daxwazên welatên ambargo danîne ser Qeterê, li dijî hiqûqa navnetewî ne û got, ‘Qeter dê ti daxwazeke binpêkirina hiqûqa navdewletî qebûl neke.'

    Sanî herwiha got, ‘Em ê tenê kiryarên Qeterê tenê eleqedar dikin qebûl nekin, divê çareserî her kesî vehewîne nav xwe.'

    'GIRTINA AL JAZEERAYÊ NABE MIJARA NIQAŞÊ'

    Wezîrê Qeterê bal kişand ser ku welatên bi hinceta pêwendîyên bi Îranê re ambargo danîne ser Qeterê, ti kiryarek li ser Îranê nesepandine û wiha pê de çû: "Lewma jî kiryarên li dijî Qeterê têne kirin, çalakîyeke êrîşkarî ye. Ambargoya ser Qeterê çalakîyeke êrîşkarî ye û heqareta li welatekî serbixwe û xwedî serwerî ye. Ev kiryar ne ji bo Îranê ne, ji bo hinek tiştên din in. Girtina Al Jazeerayê qet nabe mijara nîqaşê jî. Dê ti daxwazên ziyanê bidin serwerîya dewleta Qeterê neyên nîqaşkirin."

     

    Bi heman mijarî:

    'PYDê rêveberîya petrola Rimêlanê da hikûmeta Sûrîyê’
    Nivîskarê kurd Yanliç li Amedê hat binçavkirin
    Şerê li Reqayê dijwar bû: 23 DAIŞî hatin kuştin
    Enqere: Piştî qedexeyê 26 xwepêşander hatin binçavkirin
    HDP beşdarî mîtînga meşa edaletê dibe
    Hevdîtina Pûtîn û Trump sibe piştî nîvro destpê dike
    Sûriye: Enqere partnerê sereke yê terorîstan e
    Etîketan:
    Qeter, Qeter
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de