11:45 21 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Erebîstana Siûdî

    ‘Îhtimala ku Erebîstana Siûdî êrîşî Qeterê bike pir kêm e’

    © REUTERS/ Fahad Shadeed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Mamosteyê Zanîngeha Georgetown a Qeterê Prof. Dr. Anatol Liven diyar kir ku îhtimala ku Erebîstana Siûdî êrîşeke leşkerî li ser Qeterê bike pir kêm e.

    Liven ji Spûtnîkê re ragihand: "Îhtimala ku Siûdî êrîşî Qeterê bike pir kêm e. Lewra dê ev êrîş Amerîkayê bixe tengasîyeke mezin. Herwiha hejmara wan kêm be jî leşkerên tirk hene. Ger di êrîşa çaverêkirî ya Siûdîyan de çend leşkerên tirk werin kuştin, dê ev pêwendîyên Tirkiye û Erebîstana Siûdî xera bike û muhtemel e dê nexşeya Rojhilata Navîn biguhere. Ev jî tiştekî cidi ye."

    Liven herwiha destnîşan kir ku Erebîstana Siûdî dê piştgiriyê bide kotedayeke li Qeterê pêk were û wê ev jî gefa herî mezin be ji bo Qeterê.

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Dê Rûsya di Lutkeya G20an de roleke çalak bilîze
    Bajarê Bingazî yê Libyayê bi temamî hat paqijkirin
    Rêvebera Tevgera Goranê: Goran amade ye bi PDKê re bicive
    Ji bo dadgehkirina Nûrî Malikî kampanya hat destpêkirin
    Etîketan:
    Qeter, Qeter, Erebîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de