02:18 23 Gulan 2018
    Leşkerên Erebîstana Siûdî

    Li hemberî hêzên ewlehî êrişa bi moşek: 1 kuştî û 3 birîndar

    © AFP 2018 / Mohammed al-Shaikh
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê El Katîf ku dikeve rojhilatê Erebîstana Siûdî li hemberî wesayîta ewlehî ku dewriyê digeriya êrişa moşekî pêk hat. Di êrişê de polîsek mir û 3 jê birîndar bûn.

    Nûnerê Wezareta Navxweyî yê Erebîstana Siûdî Mensur et-Turkî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku li taxa Masura ya bajarê Katîfê li hemberî wesayîta ewlehî ku dewriye digeriya êrişa moşekî pêk hat.

    Li gorî daxuyaniya nûnerê wezaretê di êrişa terorî de polîsê bi navê Adil Falih el-Uteybî jiyana xwe ji dest da û 3 polîsên din jî birîndar bûn. Hêzên ewlehî yên birîndar rakirin nexweşxaneyê û derheqê êrişê de lêpirsîn hat destpêkirin.

    Li gorî zanyariyan di 2 mehên borî de tevlî êrişa dawî ev cara 7ê ye ku li hemberî hêzên ewlehî êriş pêk tên. Li bajarê Katîfê hejmara şêniyên şîe zêde ye û gelek caran êrişên wiha diqewimin.

    Bi heman mijarî:

    Polêsê Brîtanyayê: 12 kes di çarçoveya êrişa terorî de hatin desteserkirin
    Ji Serokwezîra Îngîltereyê daxuyaniya êrişê: Polîs wekî êrişa terorî dibîne
    Li Bexdayê êrişa terorî: 11 kuştî û 20 birîndar
    Li Fransayê beriya hilbijartina serokomariyê êrişa terorî pêk hat
    Li Avustralyayê êrişa terorî hat astengkirin
    Etîketan:
    Li Siûdiyê êrişa terorî, Nûnerê Wezareta Navxweyî yê Erebîstana Siûdî, Mensur et-Turkî, Katîf, Erebîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de