09:35 24 Îlon 2017
Zindî
    Halid El Atiyye

    Wezîrê Parastinê yê Qeterê diçe Tirkiyeyê

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2302

    Wezîrê Parastinê yê Qeterê Xalid Bîn Muhmmed el Atiyye sibê diçe Tirkiyeyê. Hate ragihandin ku El Atiyye dê bi hevkarê xwe yê tirk re hevdîtin pêk bîne.

    Çavkaniyên Wezareta Parastinê diyar kirin ku Wezîrê Parastinê yê Qeterê el Atiyye sibê biçe Enqereyê û hevkarê xwe yê tirk Fikri Işik re hevdîtin pêk bîne.

    Tirkiye, hefteya borî peymana di derbarê avakirina baregeha leşkerî ya li Qeterê erê kiribû û 23 personelên leşkeri û 5 wesayîtên bizirx şandibû wî welatî.

    Di meha Hezîranê de welatên Kendavê bi hinceta Qeter piştgiriya terorîzmê dike, têkiliyên dîplomatîk dabûn rawestandin û piştre jî daxwaza ku ji 13 xalan pêk dihat pêşkeşî Qeterê kiribûn.

    Di daxwazan de girtina baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê jî heye. Lê Qeterê daxwazan red kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Qeter: Ji îro pêve hewcedarî bi alîkariya Rûsyayê tine ne
    Qeter ji bo mexdûrên krîzê dozê vedike
    Trump: Qeter piştgirîya asta bilind dide terorîzmê
    Tillerson: Qeter di mijara terorîzmê de divê gavên zêdetir biavêje
    Qeter: Me dijminahiyek bi vî awayî nedîtiye
    Etîketan:
    serdan, Xalid bîn Mûhammed el-Atiyya, Qeter
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de