02:03 18 Tebax 2017
Zindî
    Doha, Qatar / Qeter

    Pakistan dibe navbeynkarê krîza Qeterê

    CC BY 2.0 / Juanedc / Doha, Qatar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1010

    Hat ragihandin ku Serokwezîrê Pakistanê Nawaz Şerîf di çarçoveya çareserkirina krîza navbera Qeterê û welatên erebî de diçe Erebîstana Siûdî.

    Li gor nûçeya rojnameya Hurriyetê ya Tirkiyê Nawaz Şerîf dê serdana Erebîstana Siûdî bike û ji bo çareserkirina krîza Qeterê bi karbidestên payebilind re danûstandinê bike.

    Wezareta Derve ya Pakistanê jî li ser îdiayên ‘piştgirîya terorê' got, "Li nav welatên kendavê yên birayên hev ên misilman û Pakistanê helmetek hatiye destpêkirin ku bi nîyetên xerab e."

    QETER: JI BO NAVBEYNKARÎYÊ RE EM QÛWEYTÊ RE DANÛSTANDINÊ DIKIN

    Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Muhammed bin Abdurrahman es-Sanî jî ji Al Jazeerayê re ragihand ku ew ji bo navbeynkarîyê bi Qûweytê re di nav danûstandinê de ne û ji bo çareserkirina krîzê amade ne bi welatên kendavê re hevdîtinan bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Trump doza binpêkirina destûrê hat vekirin
    Rûsya hemû xazê sarîn ên di destê xwe de îmxa kir
    Li Mêrdînê qeza: 2 kes mirin 13 kes jî birîndar bûn
    Cihûyên Kurdistan û Îsraîlê: Îsraîl bi xurtî piştgiriyê dide Serxwebûna Kurdistanê
    Osman Baydemir: Dê me jî biavêjin zindanê
    Etîketan:
    Siûdî, Pakistan, Qeter
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de