08:03 24 Tebax 2017
Zindî
    Katar Dışişleri Bakanı Şeyh Muhammed bin Abdurrahman el Sani

    Qeter: Ji îro pêve hewcedarî bi alîkariya Rûsyayê tine ne

    © REUTERS/ Naseem Zeitoon
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3910

    Wezîrê Karê Derve yê Qeterê Şex Muhammed bîn Abdurrahman el Sanî ragihand ku di rewşa navbera Qeterê û hin welatên Kendavê de ji îro pêve hewcedarî bi alîkariya Rûsyayê tine ye.

    El sanî ji televîzyona Rossiya 24ê re di dema serdana xwe ya bo Moskowê de axivî û got: "Rûsya bo me alîkarî pêşniyar kir. Lê ji îro pêve hewcedariya me bi alîkariya Rûsyayê tine ne. Niha em rêyên bi Tirkiye û hin welatên din bikar tînin."

    ‘QETERÎ WEKÊ BERÊ JIYANA XWE DEWAM DIKIN'

    El Sanî eşkere kir ku bandora encamê ambargoya hin welatên Kendavê, li gelê Qeterê nekiriye, herkes wekê berê çawa dijiya niha jî wisa dewam dike.

    El Sanî hevdîtin bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re roja şemiyê li Moskowê pêk anîbû û bo pêşniyara alîkariyê sipasiya xwe pêşkeşî Rûsyayê kiribû.

    ‘AMERÎKA BO NAVBEYKARIYÊ BI KUWEYTÊ RE HEVDÎTIN DIKE'

    Ji aliyê din ve el Sanî ji El Jazeerayê re axivî û diyar kir ku hevdîtinên wan ê bi Emîrê Kuweytê re ku navbeykarî bo krîzê dike, dewam dike û Amerîka jî bi Kuweytê re din av têkiliyan de ye.

    El Sanî ragihand ku ji bo daxwazên hevdîtinan ew amadene, lê heta niha tu bersiv nestandine.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu bi balyozê Îmarat û Erebistana Siûdî re krîza Qetarê nirxand
    6 çekdarên din ji baregeha Tirkiye ya El Babê reviyan û tevlî HSDê bûn
    Trump: Qeter piştgirîya asta bilind dide terorîzmê
    Qeter ji bo mexdûrên krîzê dozê vedike
    Tillerson: Qeter di mijara terorîzmê de divê gavên zêdetir biavêje
    Qeter: Me dijminahiyek bi vî awayî nedîtiye
    Etîketan:
    alîkarî, pêşniyar, televîzyona Rossiya 24ê, Sergey Lavrov, Şex Muhammed bîn Abdurrahman el Sanî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de