06:28 19 Tebax 2017
Zindî
    Qetar

    Qeter ji bo mexdûrên krîzê dozê vedike

    © REUTERS/ Thomas White
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1920

    Hat ragihandin ku Qeter xwe amade dike, ji bo qerebûkirina ziyanên mexdûrên biryara ambargo û dorpêçana welatên Erebîstana Siûdî, Emîratên Erebî û Bahreynê yên li ser welatîyên Qeterê, dozê li dadgehên navnetewî veke.

    Serokê Komîteya Mafên Mirovan a girêdayî hikûmeta Qeterê Alî bin Damir el-Merrî bi civîneke rojnamevanî ragihand, ew dê ji bo qerebûkirina ziyanên mexdûrên biryara ambargo û dorpêçana welatên Erebîstana Siûdî, Emîratên Erebî û Bahreynê yên li ser welatîyên Qeter û Kendavê, bi Nivîsgeha Hiqûqa Navnetewî re peymanê girê bidin û li dadgehên navnetewî dozê vekin.

    Merrî diyar kir, heke dadgehên wan welatan ji bo qerebûkirina ziyanan erka xwe bicih neyînin, ew dê li gor peymanên navnetewî tevbigerin û serî li dadgehên navntewî bidin.

    Merrî da xuyakirin ku piştî krîzê heta niha 700 gilî hatine kirin ku nabe ew li hember vê mexdûrîyetê bêdeng bimînin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Me Mala Cemê çênekira dê laîkbûna Tirkiyê zirar bidîta
    Artêşa Sûriyeyê gihîşte herêma Tanfê ya sînorê Iraqê
    Ji Îranê daxuyaniya biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê
    Lixwekirina formayê Barcelonayê bû 15 sal ceza
    ‘Rûsya û Amerîka ji bo Sûriyeyê hevdîtinên veşartî dikin'
    ‘Barzanî biryara referandûmê pêşkeşî NYyê dike’
    Etîketan:
    Qeter
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de