23:28 24 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdoğan - Katar Emiri Temim Hamad El Tani

Sîyasetmedarê Lubnanî: Şerê Qeterê, şerê bi Tirkiyê re ye

© REUTERS / Cumhurbaşkanlığı/ Kayhan Özer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Cîgirê berê yê Serokê Parlamena Lubnanê Elî El Ferzalî ji Spûtnîkê re li ser krîza Qeterê da xuyakirin, krîza Qeterê di şerê deshilatdarîya Sûnî de tenê alîyê ku tê xuyakirin e.

'QETER PIŞTGIRÎYA TERORÊ QUT BIKE, DÊ GIRANÎYA TIRKÎYÊ NEMÎNE'

Ferzalî bal kişand ser pêwendîya vê krîzê û Tirkîyê û wiha axivî: "Difikirim ku şerê li dijî Qeterê hatiye destpêkirin, şerekî li dijî Tirkiyê ye. Ger Qeter piştgirîya xwe ya bi terorê re qut bike, dê ev pengav ji bo Tirkiyeya ku dixwaze giranîya xwe li dinyaya erebî zêde bike jî bibe darbeyek."

Li gor sîyasetmedarê Lubnanî, heger Qeter giranîya xwe ya li herêmê ji dest bide, dê re cihê Tirkiyê yê li Rojhilata Navîn jî ji dest biçe.

Mûsil - DAIŞ
© REUTERS / Alaa Al-Marjani
'ŞERÊ KENDAVÊ LI BERJEWENDÎYA ÎSRAÎLÊ YE'

Ferzalî got, "Heke li herêma kendavê şer biqewime ev dê li gor berjewendîyên Îsraîlê be. Pêdivîya Amerîkayê bi petrol û dahatê heye. Loma jî geşedanên pêk tên bala Washingtonê dikişînin. Serokê Amerîkayê Donald Trump ev peyam bi awayekî vekirî daye."

 

Bi heman mijarî:

Li Wanê bi roketan êrişî avahiya Midûryeta polêsan kirin
Pûtîn, geşedanên di siyaseta Amerîkayê de şîrove kir
Nîşangera jin a DAIŞê hat kuştin
HSDê taxeke din ya Reqayê kontrol kir
‘Krîza Qeterê ji bo avakirina dewleta Kurd hat derxistin’
Rûsya: Artêşa Sûriyeyê kontrola sînorê Urdunê bidestxist
PKKê êrişî leşkerên tirk kir: 2 leşker mirin 3 leşker jî birîndar bûn
Almanya di derbarê referandûma Herêma Kurdistanê de daxuyanî da
Etîketan:
Tirkiye, Qeter
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de