16:32 27 Gulan 2018
penaber - Behra Spî - xeniqîn - koçber

Li Lîbyayê karesata koçberan: Piraniya wan zarok 31 kes mirin

© REUTERS/ DARRIN ZAMMIT LUPI
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Li nêzî Lîbayayê keştiyekê koçberan binav bû û di encamê de jî piraniya wan zarok 31 kesan jiyana xwe ji destdan.

Fermandarê keştiya parastina perev ên Îtalyayê Cosimo Nicastro eşkere kir ku di encama vegerandina keştiyê de 200 kes ketine avê.

​Tîma xilaskirinê ya bi navê MOASê ragihandin ku heta niha termê 31 kesan ji avê derxistine.

Rayedarê MOASê Chris Catrambone got: "Piraniya kesên ku mirine, zarokên ku nû biser piyan ketine ne."

​Rayedarên parastina perevê, destnîşan kirin ku hezar û 700 koçber li 15 keştiyan hatine siwarkirin ji ber vê yekê jî bo alîkariyê bangî gelek keştiyan kirine.

Bi heman mijarî:

IOM: Ji destpêka salê heta niha hezar û 89 koçber li Behra Spî jiyana xwe ji dest dan
IOM: Koçber li Libyayê wekî koleyan tên firotin
Dîsa bota koçberan binav bû: 145 koçber winda ne
Di nava hefteyekê de 500 koçber di deryayê de hatin girtin
Ji Kampa Domiz a Dihokê 6 hezar koçber derbasî Ewropayê bûn
'Di 10 rojan de, 10 hezar kes ji rojavayê Mûsilê koçber bûne'
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de