12:28 27 Gulan 2018
Donald Trump ve Kral Selman Bin Abdülaziz

‘Erebistana Siûdî `kaniya darayî` ya Amerîkayê ye'

© AP Photo / Evan Vucci
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 70

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Tramp di serdana xwe ya Rojhilata Navîn de gelek ragihandinên dijî Îranê kirin.

Serokê Amerîkayê li Riyadê, Tehranê bi şandina çekan ji çekdarên Libnan, Îraq, Yemen û Sûriyê tawanbarkir. Wek Trump got: ‘Heta ku Îran nexwaze ji bo bibe hevbeşê di lêkirina aştiyê de, hemû welat û gel divê bihevre wê izole bikin`. Balkêşe, gelo Washington ji bo çi beriya du rojan gelek rêkeftin derbarê şandina çekan ji Erebistana Siûdî re bi Riyadê re morkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mohammad Cewad Zarîf di derbarê rêkeftina di navbera Amerîka û Erebistana Siûdî de li ser twittirê peyamek weşand û got: "Amerîka dixwaze pera ji Erebistana Siûdî bikşîne. Qral Selman, ez dixwazim we ji bo sazkirina vê gava mezin di dîroka de li ser vebêrhênan berfirehî li Emerîkayê sipas dikim. Herwiha ez dixwazim spasiya we li ser vebêrhênan di pêşerojê de li vî beşê cîhanê bikim. Zarîv ev nivîsara xwe wisa binavkir: `siyaseta derve an jî tenê derxistina 480 milyar dolar ji Erebistana Siûdiyê".

‘SADAM LI DÎJÎ ÎRANÊ BO ŞER DEHFDAN'

Şêwirmendê berê yê wezîrê karê derve yê Îranê Sabah Zangyanê di hevpeyvîna xwe yê bi Sputnikê re destnîşan kir ku ev rêkeftinên pir buha di navbera Washington û Riyadê de ji bo alîyekî `kaniya dolarê` û ji bo aliyê din jî hewldana daxuyakirina daxwazên xwe yên leşkerî lihember Îranê ye.

Zanganê got: `Erebistana Siûdî ji dema serkeftina şoreşa Îslamî di sala 1979an de dijberiya Îranê dike. Riyad herdem piştgirtiya welatên erebî yên dijberî Îranê dike. Dema Riyad di vî warî de biserneket, Sadam HuseyIn dehf da ji bo dijî Îranê şer bike.

"Tev wisa jî şerê Sadam Huseyin bi Îranê re yê ku Siûdî sponseriya wê dikir, bê encam bidawî bû. Îro têkilyên biratî di navbera gelên Îraq û Îranê de hene, em herdem alîkariya hev dikin. Loma jî ev ne yekemîn care ku Erebistana Siûdî hewldide ji bo derfetekê bibîne da ku eniyek dijminayî li hember Îranê sazbike an jî pirsgirêkên wekîdin ji me re çêbike."

Balkêşe ku yekser piştî forûmên herêmî yên pir giring yên wek: `Rûsya cîhana Islamî: Kazan Sammit 2017` ku 58 welatên misilman têde beşdarbûn, herwiha civîna welatên erebî li Riyadê, ev hevdîtina Trump bi nûnerê Siûdiyê re lidarxist. Bi her hal, Riyad wê nikaribe encamên ku ji van hevdîtinan dixwaze bidestxîne.

‘DIYAR E KU EV ÇEKAN LI DIJÎ YEMENÊ BIKAR BÎNE'

Zanganê eşkere kir ku Îran di vê rewşê de mixabinyên xwe tîne ziman, ka çima welatekî misilman ewqas pera li çekan serf dike. Riyad bi van peran dikarîbû pêdiviyên gelê Yemenê yê hejar, gelên ne bextewer yên Sûriyê û Îraqê, an jî pêşketina herêmê misoger bike.

Baş diyare ku ev çek wê serete li dijî gelê Yemenê yê hejar bê bikaranîn. Tramp berya serdana xwe ji El-Riyadê re ragihand ku koka têrorîzmê di ideolojiya doktrîna wahabîzmê de ye ku li Erebistanê Siudiyê serdest e. Ne lihevkirnek wisa çidibe: çawa welatê ku ideolojiya têrorîzmê lê çêbûye dikare civînên wisa lidarxîne?! Îran bibawere ku çalakiyên wisa tenê karin zirarê bikin.

Bi heman mijarî:

‘Trump ewil dê serdana Îsraîl Vatîkan û Erebistana Siûdî bike'
Li Erebistana Siûdî peywira gelek kesên payebilind hatin guherîn
Firokeya Erebistana Siûdî ket: 12 leşkeran jiyana xwe ji dest da
Ji Rûsya û Erebistana Siûdî hevkarî li dijî terorîzmê
Îran: Em dikarin li gel Erebistana Siûdî têkiliyên baş deynin
Etîketan:
dolar, çek, rêkeftin, Sabah Zangyanê, Sputnik, Donald Trump
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de