08:56 24 Çile 2018
Zindî
    Donald Trump - Benyamin Netanyahu

    Serokê Amerîkayê soza aştiyê da Îsraîl û Filistînê

    © AP Photo/ Pablo Martinez Monsivais
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokê Amerîkayê Donald di serdana Filistînê kir û bi Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas re hevdîtineke dualî pêk anî.

    Serokê Amerîkayê di berdewamiya serdana xwe ya ji bo Îsraîlê de, serdana Filistînê jî kir û li bajarê Bêyt Lehîm ji aliyê Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas ve hat pêşwazîkirin. Trump û Ebbas li Bêyt Lehîmê bi hev re civiyan û piştre civîneke rojnamevanî ya hevbeş pêk anîn.

    Donald Trump di civîna rojnamevanî ya hevbeş de ragihand ku aştiya navbera Îsraîl û Filistînê nêzk bûye û got: "Ew dê hemû hewlekê bide ji bo pêşketina aştiyeke demdirêj di navbera Filistîn û Îsraîlê de. Mehmûd Ebbas soz daye ku bi niyeteke baş kar ji bo proseya aştiyê bike, Serokwezîrê Îsraîlê jî heman soz daye."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî serdana xwe ya Îsraîl û Filistînê wê derbasî Îtalyayê bibe û serdana Vatîkanê bike.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye bi lobîkarê berê yê Trump re li hev kir
    Trump û Netanyahu civîyan: 'Divê êdî şer bidawî bibe'
    Trump: Divê em nehêlin ku Îran bibe xwedî çekên kimyewî
    Beriya serdana Trump, li Tel Avîvê wesayetek li peyayan qelibî
    Karsazê Siûdî bû talibê keça Trump Îvanka ku 2 zarokên wê hene
    Etîketan:
    Serokê Filistînê, Serokê Amerîkayê, Mehmûd Ebbas, Donald Trump, Filistîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de