10:26 24 Mijdar 2017
Zindî
    Donald Trump ve Kral Selman Bin Abdülaziz

    Serokê Amerîkayê Trump gihîşte Siûdiyê

    © AP Photo/ Evan Vucci
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3020

    Serokê Amerîkayê Donald Trump îro seet 10.00an gihîşte paytextê Riyad ê Erebîstana Siûdî. Piştî serokatiyê ev yekemîn welat e ku Trump serdana wir dike.

    Donald Trump îro seet 10.00an gihîşte paytextê Riyad ê Erebîstana Siûdî. Piştî serokatiyê ev yekemîn welat e ku Trump serdana wir dike. Trump piştî Siûdî wê serdana Îsraîl, Îtalya, Vatîkan û ji bo Zîrweya NATOyê dê here Belçîkayê.

    Trump li Erebîstana Siûdî wê bi Qral Selman bin Abdulazîz re hevdîtinekê bike û pişt re dê here Îsraîlê û digel Bunyamîn Netanyahû û Serokê Filîstînê Mehmûd Ebbas kom bibe. Piştî tûra Rojhilata Navîn dê here Îtalya, Vatîkan û Belçîkayê.

    Serokê amerîkî berî van serdanên xwe li ser hesabê Twitterê peyamek weşand û got ew ji bo parastina berjewendiyên xelkê Amerîkayê van serdanan dike. Di serdanê de jina wî Melanie Trump, keça wî Ivanka Trump û zavayê wî Jared Kushner jî beşdar in.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov di hevdîtina Jagland de li ser gotinên Trump henek kir
    Trump bi medya Amerîkî re hêrs bû: Ez ne serokê we me
    ‘Dema Erdogan qala YPGê kir Trump keniya'
    Zavayên Trump û Erdogan, dewletên wan bi rê ve dibin
    ‘Erdogan li Amerîkayê û nûnerê Trump jî li Kobaniyê ye'
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, NATO, Qral Selman Bin Abdulazîz, Donald Trump, Erebîstana Siûdî, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de