03:44 23 Tîrmeh 2017
Zindî
    Mûsil - DAIŞ

    'DAIŞ hucreyên çekên kimyewî ava dike'

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1440

    Hate diyarkirin ku DAIŞê êrîşa kimyewî li Iraq û Sûriyeyê pêk tîne, pisporên xwe yên li her du wletan anîne cem hev û xebatên avakirina 'hucreyên çekên kimyewî' dane destpêkirin.

    Rayedarekê amerîkî ji CNNê re axivî û ragihand ku li gorî agahiyên îstîxbaratî yên Amerîkayê DAIŞê hucreyên çekên kimyewî ava dike.

    ‘LI NEWALA ÇEMÊ FIRATÊ HUCRE TÊN AVAKIRN'

    Rayedarê amerîkî eşkere kir hucre ji pisporên ku heta niha bi hev re xebat nekirine pêk tên û di navbera bajarokên Mayadîn û El Kayimê ku li newala Çemê Firatê ya li hemberî sînorê Iraqê ne, tên avakirin.

    ‘DIBE BEXDADÎ LI NÊZÎ VAN HERÊMAN XWE VEŞARTIBE'

    Rayedar, destnîşan kir ku dibe bi hezaran pispor û alîgirên DAIŞê li van herêman hebin. Dibe Serokê DAIŞê Ebû Bekîr el Bexdadî jî li nêzî van herêman xwe veşartibe. Ji ber ku Reqa niha di bin dorpêçiya hêzên hewayî ya koalîsyonê û hêzên herêmî de ye, ev herêm wekê paytexta de facto ya DAIŞê tê qebûlkirin.

    PENTAGON: EM DIZANIN SEROKÊ DAIŞê LI DERVEYÊ RAQAYÊ YE

    Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) Adrian Rankine-Galloway ji CNNê re axivî û got: "Em dizanin serkirdeyên DAIŞê yên girîng li derveyê Raqayê ne. Piraniya tîmên plankirin û teknîkê ya DAIŞê ji Raqayê derketine."

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ li Mûsilê 16 sivîlên ku dixwestin birevin îdam kirin
    DAIŞ bi 3 seyareyên bombebarkirî êrîş kir
    DAIŞ ji Bendava Firatê ve êrişî HSDê dike
    DAIŞ êrişî taxên Tebqayê dike
    Tekoşîna çekdarî li dijî DAIŞ li Afganistanê bê encam e
    Etîketan:
    ava kirin, kimyewî, çek, hucre, DAIŞ, CNN Înternatîonal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de