06:34 30 Gulan 2017
Zindî
    Polêsen Îsraîl

    22 filîstînî ji terefê Îsraîlê ve hatin binçavkirin

    © Foto: AFP 2015/ JAAFAR ASHTIYEH
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 610

    Hat ragihandin ku li Şerîeya Rojava 22 welatiyên filistînî ji terefê hêzên ewlehî yên Îsraîlê ve hatin binçavkirin.

    Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, hêzên ewlehî li Şerîeya Rojava bi ser malan de girtine û 22 welatiyên filistînî binçav kirine.

    Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li El-Xelîla navçe û Kefer Qadum, Sîlwad, Hazma, Abud, Beyt Awwa, Es-Semnu û El-Arrubaya bajarokên Şerîeya Rojavayê bi şev operasyon birin ser malên welatiyên Filistînê. Li gorî îdîaya Îsraîlê 22 welatiyên ku tevlî ‘çalakiyên terorî' bûne hatine binçavkirin.

    Li gorî raporta ku hin saziyan Komeleyên Girtiyên Filistînê ve hatiye amadekirin, 481ê wan ji Qudsa Rojhilatê, 57ê wan jin, 300ê wan zarok bi tevahî 7 hezar welatiyên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê de ne.

    Bi heman mijarî:

    ‘Dibe ku Rûsya dixwaze di pirsgirêka Îsraîl û Filistînê de bibe mudaxil'
    Trump: Dixwazim aştiya navbera Îsraîl û Filistînê bibînim
    Rûsya: ‘Ji bo Îsraîl û Filistîn rûnên masê em dixebitin'
    Îdareya Girtîgehên Îsraîl û girtiyên filistînî li hev kirin
    Etîketan:
    22 welatiyên filistînî hatin binçavkirin, Artêşa Îsraîlê, Filistîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de