03:17 26 Gulan 2018
Sûriye

Walîyê Şamê Sabban: Hezar mîlîtan Şamê terikandin

© REUTERS / Omar Sanadiki
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Waliyê Şamê paytexta Sûriyeyê Bîşr el Sabban eşkere kir ku di çerçoveya peymana di navbera komên çekdar û Artêşa Sûriyeyê de komekê ku ji hezar û 22 mîlîtan û malbatên wan pêk dihatin taxa Barze ya Şamê terikandine.

Sabban ji çapameniya Sûriyeyê re axivî û got: "Koma ewil ku ji mîlîtan û malbatên wan pêk dihat, taxa Barzeyê texliye kirine. Herwiha hezar û 22 kes birine bakurê Sûriyeyê ye."

‘PÊVAJOYA, HETA MÎLÎTAN HERÊM TEXLÎ BIKIN DÊ DEWAM BIKE'

Sabban diyar kir ku pêvajo bo mîlîtanên çekdayînê red dikin, heta herêmê texliye bikin dê dewam bike û tê payîn ku ev çend roj dewam bike, "Mîlîtanên ku çekdayînê jî qebûl bikin, dê di çerçoveya efûyê de bê nirxandin."

TEXLIYE KIRIN ÎRO DEST PÊ KIR

Îro texliye kirina ji taxa Barze yê dest pê kir. Tê payîn ku ji taxa Barzeyê nêzî 8 hezar mîlîtan bên texliyekirin. Li ser vê yekê piştî texliye yê kontrola Barzeyê dê bikeve destê Artêşa Sûriyeyê.

Bi heman mijarî:

Ji Îsraîlê bo êrişa nêzî balafirxaneya Şamê daxuyanî
Li nêzî balafirxaneya navnetweyî ya Şamê teqîn
Şamê êrişa Tirkiyeyê şermezar kir
Ahrar'uş Şamê Serokomarê Tirk Erdogan pîroz kir
Peskov: agahiyên dibêjin Rûsyayê têkiliya Şamê bi bûyerên Idlibê re veşartiye, derew in
Rêya navbera Reqqa û Şamê hat kontrolkirin
Etîketan:
peyman, terikandin, mîlîtan, Bîşr el Sabban, Şam, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de