12:16 24 Çile 2018
Zindî
    Benjamîn Netanyahu

    Netanyahu di weşana zindî de belgeya Hemasê qetand

    © REUTERS/ İsrail Başbakanlık Ofisi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di dawiya axaftina xwe ya weşana zindî de belgeya siyasetê ya rêxistina Hemasê qetand û ragihand ku heke Hemas dewleteke filistînî ava bike wê dawiyê li Îsraîlê bîne.

    Xalid Meşal Serokê Buroya Siyasî yê Hamasê
    © AFP 2018/ RODGER BOSCH
    Rêxistina Hemasê ku Xezzeya Filistînê birêve dibe hefteya borî bi navê siyaset û vizyona nû belgeyek weşandibû û cara yekemîn li gorî sînorên 1967an daxwaza avakirina dewleteke filistînî kiribû. Lê ji aliyê din ve li gorî hikûmeta Îsraîlê belgeya nû ku Hemasê parve kiriye ji bo xapandina raya giştî ya navneteweyî ye.

    Benjamîn Netanyahu di axaftina xwe ya ji bo belgeyê de got: "Belgeya nû ya Hemasê dibêje mafê hebûna Îsraîlê tuneye û her santîmetroya axê aîdî filistîniyan e. Dibêje ji tunekirina Îsraîlê pê ve tu çareserî tuneye. Dixwazin dewleta ku ava bikin di têkbirina dewleta me de bikar bînin. Hemas jin 3u zarokan dikuje. Heta niha bi hezaran moşek avêtine malên me. Li dibistanan xwekujan perwerde dikin û mijiyên wan dişon."

    Netanyahu di dawiya axaftina xwe de got: "Ma li gorî we ev belgeya tijî kîn heqê wê kudere? Aha ev der e." qetand û avêt tenekeya çopê.

    Bi heman mijarî:

    Hemas: Îsraîl bicihbûna derqanûnî, li dijî lîderên ereb radibe
    Îsraîl li Hemas da
    Rêxistina Hemasê vîzyona xwe ya nû îlan kir
    DAIŞê gef li Hemasê jî xwar
    Îsrayîl û Tirkiyayê li hev kir: Tazmînat, balyozxane, gaza xwezayî û derxistina Hemasê
    Etîketan:
    Belgeya nû ya rêxistina Hemasê, Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamîn Netanyahu, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de