21:46 22 Tebax 2017
Zindî
    Ala Kurdî - alaya kurdistanê - kurdistan

    Nivîskarê îsraîlî: Dem dema serxwebûna Kurdistanê ye

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (168)
    0 36291

    Pispor û şîrovekarê siyaseta Rojhilata Navîn Dr Edy Cohenê îsraîlî derbarê êrişa Tirkiye ya li dijî Şingal û Rojava, rewşa kurdan, têkiliyên Kurdistan û Îsraîlê û peşveçûnên dawî yên herêmê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re nirxandin.

    Pisporê Rojhilata Navîn Dr Edy Cohen di hevpeyvîna xwe ya spûtnîk Kurdistanê de got: "Divê cenabê serok Mesûd Barzanî serxwebûna dewleta Kurdistanê ragihîne. Gelê kurd û cihû bira ne û dema em têkoşîna we dibînin ya me tîne bîra min. Têkiliyên me yên dîrokî yên hevpar hene. Rehmetiyê Mela Mistefa Barzanî baş tê bîra me hemûyan bê çawa hewl da aştiyê pêk bîne û ew yekem kes bû ku têkiliyên me û gele kurd ên esîl danîn."

    ‘DIVÊ DEM NEYÊ WINDAKIRIN Û KURDISTAN SERXWEBÛNA XWE RAGIHÎNE'

    Dr Edy Cohen di axaftina xwe de got: "Êdî dem dema serxwebûna Kurdistanê ye. Îro serokomarekî me heye ku dilxwazê doza we ya (kurdî) ye. Nabe dem bê wendakirin, ji xwe hûn bêtir sed salî ma. Dewletên rojavayî şaşî derheqê we de kirin û li ber nifûza Tirkiye û ereban ku tu xêrê ji we re naxwazin, stûyê xwe xwar kir."

    Cohen pirsa ‘piştgiriyên dewleta Îsraîlê ji bo kurdan çi ne, bi çi şêweyî alîkariya Kurdistanê dike bersivand û got: " Bêguman gava Kurdistan bê ragihandin, dê piştgiriyeke xurt werbigire ji aliyê dewleta Îsraîlê ve. Lê çi analîz û gotinên ku ez niha bibêjim wê tehde û bandoreke neyî li doza we kurdan bike, lewra naxwazim têkevim hûrgiliyên alîkariya Îsraîlê bo Kurdistanê."

    ‘KURDAN BI SERKEFTÎ HERÊMÊN XWE LI DIJÎ TERORÎSTAN PARASTIN'

    Pisporê Îsraîlê di berdewamiya axaftina xwe de êrişa Tirkiye ya li dijî Şingal û Rojava nirxand û got: "Tirkiyeyê li seranserê dîrokê û li hemû beşên Kurdistanê her li dijî mafên kurdan bûye û hîn jî wiha ye, lê hişyariya kurdan û helwestên wan ên leheng rê neda Tirkiyeyê wan têk bibe. Kurdên li Sûriyeyê nebûn beşek ji şerê navxweyî û bi xurtî û berxwedêrî li dijî terorê rawestiyan û wan karî herêmên xwe bi awayekî baş bi rê ve bibin. Lê mixabin ji ber ku PYDê li herêmên kurdî hemû movikên jiyanê bi tena serê xwe kontrol dike û dilsoziya xwe ji PKKê re nîşan dide, hemû kurdan ji siyasetê dûr dixe û rê nade kurdên din ku beşdar bibin, ev tişt hemû Tirkiye gelekî tirsandin.

    ‘HEKE LI ROJAVA PARTIYÊN KURD NEBIN YEK, DIBE FIRSEND JI DESTÊ WAN HERE'

    Cohen di dirêjiya axaftina xwe de got: "Heke hêzên PYD ji hemû kurdan pêk bihata, Tirkiye dê newêrîbûya sengerên kurdên li Sûriyeyê bombebaran bike. Kurdên li Sûriyeyê li ser durêyanekê ne, eger bibin yek, ne Tirkiye, ne dijberî û ne jî rejîm dê bikarin wan bihejînin û dê hemû mafên xwe bistînin û tevahiya cîhanê dê piştgiriya wan bike. Lê eger perçebûn û cudabûnê bibijêrin, em wiha bawer dikin ku kurd dê ji her kesî zêdetir li Sûriyeyê wenda bikin û dê vê fersenda dîrokî ji destê xwe bibin û dibe ev fersend careke din neyê. Em hêvî dikin kurd ji şaşiyên borî sûdê bigirin."

    ‘NÊRÎNA ÎSRAÎL YA SÛRIYEYÊ GUHERIYE'

    Dr Cohen di hevpeyvîna xwe de ragihand ku nêrîna Îsraîlê ya li dijî Sûriyeyê guheriye û got: "Helwesta Îsraîlê ji bo meseleya Sûriyeyê bi awayekî bingehîn hatiye guhertin. Niha em li gel wê ne ku dergeh bên vekirin daku birîndarên sûrî bên dermankirin. Rejîma Esadê bav û kur li ser sînorên me ne û wan tu eniyên şerî ji Golanê venekirin û heta wan Golan nexwest jî, wan tenê bi rojnameyên xwe yên hikûmî Golan xwest. Em ê destwerdanê di karûbarên Sûriyeyê yên navxweyî de nekin lê hêvî dikim ku Sûriyeya siberojê demokratîk be û mafên hemû kêmaran bidin wan, nexasim ew cihûyên ku milkên wan ji aliyê Esadê bav û kur ve hatine standin. Herwiha kurd û durzî û hemû beşên rastî cudakariya nijadî hatine. Gelê me li vir dilxwazê şoreşa Sûriyeyê ya pîroz in û dixwazin rejim were guherandin."

    ‘BI ÊRİŞÊ TRUMP XWEST BÊJE EZ NE WEK OBAMA ME'

    Şîrovekarê siyasî yê îsraîlî Dr Edy Cohen di dawiya hevpeyvîna xwe de êrişa Amerîka ya li dijî baregeha Şayrata Sûriyeyê nirxand û got: " Rejîm Sûriyeyê û dewlet û milîsên piştgir ên wek Hizbûllahê û filistînî fikirîn ku dê bikarin her tiştî bikin. Lê birêveberiya Trump mase bi ser serê her kesî de qulapt. Amerîkayê xwest ji her kesî re bibêje, serdema Trumpî ne wek serdema Obamayî ye û çi kesê xetên sor ên Trumpî derbas bike, dê bersiveke tund werbigire û piştgiriya tu kesî dê nikaribe li himberî Amerîkayê raweste û êdî Sûriye bûye yek ji mijarên giring ên birêveberiya Amerîkayê û rojên bê dê vî tiştî îsbat bikin."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (168)

    Bi heman mijarî:

    Pisporê îsraîlî: "Em li Îsraîlê kurdan wekî leheng dibînin û rêzê ji wan re digirin"
    Pisporê îsraîlî Shlomo Brom :'Kurd dibin xwedî dewlet'
    Şîretkarê Barzanî yê berê Mohemed Cuma: Îsraîl û Kurdistan dê ji neçariyê federaliyê çêkin
    Şahciwana Îsraîlê: 'Kêfa min pir ji kurd û Kurdistanê re tê'
    Etîketan:
    Hevkariya Îsraîl û Kurdistanê, Pisporê Rojhilata Navîn ê Îsraîlê, Edy Cohen, Sûriye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de