17:47 23 Îlon 2017
Zindî
    Selman bin Abdulazîz

    Li Erebistana Siûdî peywira gelek kesên payebilind hatin guherîn

    © AFP 2017/ Fayez Nureldine
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1261

    Erebistana Siûdî biryarnameyek weşand ku tê de karê Balyozê Washingtinê, Alîkarê Serokê Îstîxbaratê, Fermandarê Hêzên Bejayî û gelek kesên din tê guherîn.

    Mûçe û mafên sosyal ên ku sala par ji ber qeyrana darayî hatibûn rawestandin îsal bi fermana qraliyetê hatin dayîn.  Fermandarê Hêzên Bejayî Aîd Eş Şelevî, ji peywira wî girtin û wî dan serê Mûsteşariya Wezareta Parastinê. Berdevkê Koalîsyonê Ehmed Hesen Asirî jî anîn şûna Alîkarê Serokê Îstîxbaratê ku dema karê wî qediaya bû.

    Herwiha biryar hat dayîn ku li Erebistanê biryara avakirina Konseya Ewlehiyê bê avakirin û Muhammed Xafilî jî bînin ser peywirê. Wezîrê Karên Sosyal Xalid bin Abdullah jî ji peywirê girtin û derbarê wî de lêpirsîn dan destpêkirin.

    Ji aliyê din ve jî Avad bin Salih jî bû Wezîrê nû yê Çand û Agahiyê ê Erebistanê.

    Li Erebistana Siûdî biryarên ku ji aliyê Dîwana Qraliyetê tên daîn roja ku tê weşandin dikeve meriyetê.

    Bi heman mijarî:

    Husiyan bi moşekên balîstîk êrişî Erebistana Siûdî kirin
    Îran: Em dikarin li gel Erebistana Siûdî têkiliyên baş deynin
    Balafireke F-16 ya Urdunê li Erebistana Siûdî ket xwarê
    Erebistana Siûdî bi Amerîkayê re leşker dişîne Sûriyeyê
    Etîketan:
    guherîna peywiran, selamn bin abdulazîz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de