15:49 22 Mijdar 2017
Zindî
    Agivdor Lieberman / James Mattis

    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê: Çekên kîmyewî yên Sûriyê hîn jî hene

    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1721

    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis di dema serdana xwe ya li Îsraîlê de eşkere kir ku hêj jî çekên kimyewî yên Sûriyeyê hene.

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis piştî serdana xwe yê Misrê di çerçoveya tûra xwe ya Rojhilata Navîn de derbasî Îsraîlê bû û bi hevkarê xwe yê îsraîlî re hevdîtin pêk anî. Mattis û Lieberman piştî hevdîtina xwe ya li Wezareta Parastin a Îsraîlê civîna çapameniyê li dar xistin. Di rojeva wezîran de îdiaya êrişa kimyewî ya li Îdlîbê yê Sûriyeyê hebû.

    Mattis destnîşan kir ku gumana civaka navneteweyî jê binpêkirina peymana bi temamî rakirina çekên kimyewî ya Sûriyeyê tine ne ku ranekiri ne. Mattis bo çavkaniyên îstîxbaratan eşkere neke, naveroka derbarê mîqtarên çekên kimyewî yên Sûriyeyê ku tê îddiakirin, heye neda.

    ‘SÛRIYE HÊZA XWE YA HEWAYÎ BELAVÎ CIHÊN CUDA KIR'

    Mattis got: "Ez bawerim di destên wan de mîqtarek çekên kimyewî hene. Ev jî îxlal kirina biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ye û bi vê yekê re jî dê rêyên dîplomatîk eleqeder bibe. Ji nû ve bakar anîna çekên kimyewî dînîtiye, me vê yekê di êrişa xwe de kifşe kir. Mattis da zanîn ku Sûriye hêza xwe ya hewayî balavî cihên cuda kiriye."

    Îdiaya Mattis bû sedemên şîroveyên dibe Amerîka heman êriş li dijî Sûriyeyê pêk bîne.

    Lieberman jî di axaftina xwe de, naveroka derbarê daxuyaniyên ‘Hêj jî 3 ton çekên kimyewî yên Sûriyeyê hene' ya ku çavkaniyên Wezareta Parastin a Îsraîlê dabûn, neda. Lê, "Em sedî sed xwdiyê agahiyên ku çekên kimyewî rejima Esad li dijî serhilderan bikar anî ye."

    NETANYAHU: EM HÎS DIKIN KU GUHERTINEKÊ MEZIN DI POLÎTÎKAYÊN AMERÎKAYÊ DE ÇÊBÛNE

    Ji aliyê din ve Mattis piştî hevdîtinên li Tel Aviv e, derbasî Qudsê bû û li wir bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu re hevdîtin pêk anî.

    Netanyahu beriya hevdîtinê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ser kar, rêveberiya nû di polîtîkayên xwe de guhertin çêkirin. Em hîs dikin ku guhertinekeê mezin di polîtîkayên Amerîkayê de çêbûne.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka amadekariya şer dike Koreya Bakur jî voleybol dilîze
    Esad: Ez ji sedî sed pê bawerim ku terorîstan çekên kîmyevî ji Tirkiyeyê stendine
    Esad: Dibe provakasyonek din ya wekî Xan Şêxûnê pêk bê
    'DAIŞ li parlementoya Tirkiyeyê keşif kiriye'
    Esad bertek nîşanî NY da: Li Sûriyeyê ne bi 100 hezaran bi 10 hezaran însan mirin
    Ebadî bangî Erdogan kir: Destê xwe nexe nav karê me
    Etîketan:
    kimyewî, serdan, çek, James Mattis, Benyamin Netanyahu, Avigdor Lieberman, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de