11:44 21 Hezîran 2018
Sînorê Îsraîlê

Îsraîl ewlehiya xwe ya sînorê Libnanê zêde dike

© AFP 2018 / MAHMOUD ZAYYAT
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi dozer û wesayîtên kar li ser sînorê Libnanê ji bo zêdekirina ewlehiyê ketiye nava hewldanan.

Li gorî zanyariyên herêmî, artêşa Îsraîlê di rojên dawî de ji bo zêdekirina ewlehiya sînorê Libnanê ketiye revgerê. Artêş, bi dozer, kepçe û wesayîtên kar ê giran li sînorê herêma Nakuraya bajarê Surê kul i başûrê Libnanê dikeve dixebite.

Wesayîtên artêşê li ser sînor bi xeteke dirêj rêyên nû vekirinê û li çend herêman bi komkirina axê balê dikşîne.

Herwiha weke tê zanîn di nava herdu welatan de herêmeke bi mayîn heye. Li herêma bi ewle ya li aliyê Îsraîlê têlên bi elektrîk, kuleyên çavdêrî û pergalên îstîxbaratî cih digrin. Li aliyê Libnanê jî tenê têlên bi direhî tê parastin.

Li sînorê Libnanê ewlehî ji terefê milîtanên Hizbullah û artêşa Libnanê û li aliyê Îsraîlê jî ji terefê artêşa wê tê girtin. Herwiha di navbera herdu aliyan de xeteke kesk a Hêza Aştî ya Neteweyên Yekbûyî heye û wesayîtên wê dewriye dikin.

Bi heman mijarî:

Îsraîl: Dibe Rûhanî di sûîqestekê de were kuştin
Serbazê sûrî: Sedema êrişa Amerîkayê ne Îdlîb bû Îsraîl bû
Di navbera Îsraîl û Fransayê gengeşiya Mossadê
Îsraîl: Me ji bo operasyonên Sûriyê Pûtîn agahdar kiriye
Îdareya Girtîgehên Îsraîl û girtiyên filistînî li hev kirin
Etîketan:
Artêşa Îsraîlê ewlehiya xwe ya sînor zêde dike, Libnan, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de