22:57 28 Nîsan 2017
Zindî
    ABD Savunma Bakanı Mattis ile Suudi 2. Veliaht Prensi Bin Selman

    Wezîrê Amerîka: Li herêmê pirsgirêk li kur hebe temaşe bikin hûnê Îranê bibînin

    © REUTERS/ Yuri Gripas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê James Mattis li paytexta Erebîstana Siûdî li Riyadê dîsa Îran xiste hedefê û ew sûcdar kir. Mattis piştî pêwêndiyên Siûdî derbasî Misrê bû.

    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê James Mattis li Riyadê di axaftina xwe ya çapameniyê de got: "Ji bo aramî û îstîqrara herêmê divê gavên Îranê yên berfirehbûnê werin astengkirin."

    ‘DI TÊKÇÛNA ARAMIYA HERÊMÊ DE ROLA ÎRANÊ HEYE'

    James Mattis di berdewamiya axaftina xwe ya civîna çapamenî de got: "Di têkçûna aramî û îstîqrara herêmê de rola Îranê mezin e. Divê em pêşiya vê berfirehbûna Îranê li herêmê asteng bikin. Hewldanên Îranê yên berfirehbûnê ne tenê li Yemenê li hemû herêmê hene. Li herêmê li kur pirsgirêkek hebe temaşe bikin hûnê Îranê bibînin. Divê em bikaribin van hewldanên Îranê ku dixwaze aramiya herêmê têk bibe û avakirina grûbên weke Hizbullaha Libnanê ku îstîqrarê têk dibin vala derxînin."

    Mattis roja sêşemê gihîşte Erebîstana Siûdî û duhî hem bi Qral Selman Bin Aldulezîz û hem jî bi Wezîrê Parastin ê Siûdî Muhammed bin Selman re hevdîtinek pêk anî bû. Mattis piştî serdana xwe ya Erebîstana Siûdî berê xwe da Misrê û tê pêşbînîkirin ku bi Serokomar Abdulfettah El Sîsî re hevdîtinekê pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Mattis: Karê me yê pêşî têkbirina DAIŞê ye
    Mattis: "Ez tevlî Trump nabim, tu pirsgirêka min bi çapameniyê re tuneye"
    Mattis: NATO ji bo Amerîkayê hêj jî prensîpa yekemîn e
    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Mattis bi Stoltenberg re hevdîtin kir
    Etîketan:
    Serdana wezîrê amerîkî bo Erebîstana Siûdî, Wezîrê Derve yê Amaerîkayê, Muhammed Bin Selman, James Mattis, Erebîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de