06:38 24 Çile 2018
Zindî
    êzidî-şingal-rizgarkirin-jinên êzidî

    Di operasyona Reqayê de 138 êzidî hatin rizgarkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31

    Ji hezaran êzidiyên ku di sala 2014an de ku DIAŞê ji Şingalê revandibûn 138ê wan di operayona rizgarkirina Reqayê de hatin rizgarkirin. Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar dike ku wan 138 kesan rizgarkirine ku ew jin û zarok bûn.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) hatine girtin di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de 64 ji wan zarok û 70 ji wan jin heta niha 138 kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

    Derbarê mijarê de Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed hin daxuyanî da Sputnikê û destnîşan kir ku hêj bi sedan kes di destê DAIŞê de dîlgirtî ne û wiha pê de çû: "Hêj li Reqayê gelek êzidî hene di destê DAIŞê û li hêviya rizgarkirinê ne. Ji ber vê yekê operasyonên me didomin."

    DERDORA 4 HEZAR KES HÊSÎR IN

    Di 3ê Tebaxa sala 2014an de DAIŞê bi çekên giran bi ser Şingala ku 450 hezar kes lê dijîn de girt û gelek kesan dîl girtin û geleka ji wan jî kuştin. Lê pêşmergeyan di sala 2015an de Şingalê dîsa rizgar kirin.

    Li gorî texmînan hêj di destê DAIŞê derdora 4 hezar êzidî dîlgirtî ne. DAIŞê êzidiyan li Mûsil û Telafer a Iraqê û li Reqa, Dêra Zorê, el Bab û Tabqayê digre.  Gelekê hêsîran jin û zarok in û ew bi pereyan li bajaran tên firotin. Herwiha jin û keç gelek caran rastî tacîz û tecawiza endamên rêxistina terorîst tên.

    Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqayê de heta niha 2 hezar û 900 kes ku 953 ji wan jin û 32 zilam, 684 zarok û 757 keç ji aliyê şervanên HSDê ve hatin rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarekî Pêşmerge: Bi sedan şervanên êzidî tev li Pêşmergeyan bûn
    4 jin û 5 zarokên din ên kurdên êzidî hatin rizgarkirin
    'Aşûrî, Keldanî, Kakayî, Êzidî û Medaîyan piştgirî da referandûma serxwebûnê'
    Li Reqqayê 5 zarok û 4 jinên êzidî hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    jinên êzidî, hovîtî, daiş, koçber
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de