03:47 21 Tebax 2017
Zindî
    katedrala azîz mark-misir

    Piştî êrişên terorî, li Misrê Rewşa Awarte hat ragihandin

    © AP Photo/ Omar El-Hady / Arşîv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Serokkomarê Misrê Ebdulfettah el Sîsî piştî êrişên terorî yên ku îro li Misrê pêk hatin Rewşa Awarte ragihand û ferman da polêsan da ku ew derkevin kolanan.

    katedrala azîz mark-misir
    © AP Photo/ Omar El-Hady / Arşîv
    Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokkomariya Misrê ve hatiye dayin, îro piştî êrişên terorî ên ku li dijî dêrên kiptiyan hatin kirin li welêt Rewşa Awarte hatiye ragihandin û ferman hatiye dayîn polêsan da ku ew derkevin kolanan.

    Herwiha wê bergiriyên ewlehiyê jî bên zêdekirin. Sîsî ragihand ku ji ber êrişê 3 rojan şîn hate ragihandin.

    45 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

    Îro li bajarên Tanta û Îskenderiyê li hember dêrên kiptiyan di navbera 2-3 saetan de 2 êriş hatin kirin. Di encama êrişa ku DAIŞê girt ser xwe de 45 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn sersaxî ji Misrê re xwest
    Serokê berê yê Misrê Husnî Mubarek serbest hat berdan
    ‘Lîderê têkçûyî ê Misrê Mubarek vegeriya mala xwe'
    Papa, diçe El Ezhera li Misrê
    Etîketan:
    êrişa li dijî dêran, daiş, xwekujî, misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de