07:59 23 Gulan 2018
    Alaya Kurdistanê li ser zindana Hewlêrê

    Meclîsa Iraqê bilindkirina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê red kir

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    114

    Meclîsa Nûnerên Iraqê ji bo bilindkirina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê kom bû û bi dengdayînê bilindkirina Alayê ya li Kerkûkê red kir.

    Meclîsa Iraqê qerara bilindkirina Alaya Kurdistanê, li avahiyên fermî yên Kerkûkê bi dengdayînê red kir. Li gorî qerara nû ya Iraqê ji Alaya Iraqê pêv li Kerkûkê dê tu ala neyên hilanîn. Rûniştina Meclîsê di bin serokatiya Selîm el-Cuburî hat vekirin. 186 parlementer di vê rûniştinê de cih girt. Her wiha di qerarên Meclîsa Iraqê de li ser madeya 11an ya destûra Iraqê hat gotûbêjkirin. Li ser mijara nefta Iraqê jî qerar hatin girtin ku li gorî van qeraran nefta Iraqê yê hemû Iraqiyan e û dê bi awayekî hevpar li Herêma Kurdistanê jî bê parkirin.

    Wek tê zanîn Meclîsa Bajar ya Kerkûkê beriya niha bi çend rojan qerar girtibû ku dê li dezgeh û avahiyên fermî yên Kerkûkê ji niha û pê de dê Alaya Kurdistanê bê danîn.

    Bi heman mijarî:

    7 Partiyên Tirkmenan: Em Alaya Kurdistanê wek ya xwe nas dikin
    Neçîrvan Barzanî: Bilindkirina Alaya Kurdistanê dê pêkvejiyanê bihêztir bike
    Serokatiya Herêma Kurdistanê: Bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê qanûnî û asayî ye
    HDP: Em biryara bilindkirina alaya Kurdistanê pîroz dikin
    Gul: Bilindkirina alaya Kurdistanê ji bo yekîtiya turkmen, kurd û ereban tehdîd e
    Rebwar Talabanî: Bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê xewna hemû kurdistaniyan e
    Alaya mezin a Kurdistanê wê li ser Kelha Kerkûkê were hilgirtin
    Parêzgarê Kerkûkê: Alaya Kurdistanê li Tirkiyeyê tê rakirin, çima li Kerkûkê neyê rakirin
    Tirkiye: Çênabe Alaya Kurdistanê li Kerkûkê bê daleqandin
    Etîketan:
    Meclîsa Iraqê, Kerkûk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de