16:31 27 Gulan 2018
Operasyona Mûsilê

‘Sivîlên ku ji Mûsilê direvin DAIŞê wan ji paş ve gulebaran dike'

© AP Photo / Felipe Dana
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Fermandarê Polîsên Federasyona Iraqê Şakir el- Havacî da zanin ji bo ku sivîlan bi şeklekî ewle ji Mûsilê derxin wan koridarên ewle vekirine.

Lê belê kesên ku dixwazin li Mûsilê birevîn ji aliye DAIŞê ve ji paş ve tên gulebarandin. El Havaci, Fermandarê Tumena 5an a Alayê 18ê ku di xetê enîyê ya Polîsên Federasyona Iraqê de ye ji Sputnikê re got:" Korîdorên me yên ewle hene û xelkê sivîl ên vê deverê jî bi vê yekê dizanin. Em roj û şev hewl didin û dixebitin, bi şeklekî ewle xelkê ji Mûsulê derdixin.

Lê belê DAIŞ nahêle ku xelkên deverê ji taxên ku di bin kontrola wan de ne derkeve. DAIŞ xelkên ku direvin ji pişt ve gulebaran dike. Fermandar el- Havaci da zanîn bajarê Mûsilê ji sedî 30 di bin kontrola DAIŞê de yê.

 

Bi heman mijarî:

Li Edeneyê li dijî DAIŞ û El Nûsrayê operasyon: 11 gumanbar hatin binçavkirin
DAIŞ deverên HSDê yên li bendava Tebqayê topbaran dike
Cîgirê Serokwezîr: DAIŞ li Tirkiyeyê kampanyaya ‘na' dimeşîne
‘DAIŞ êrişa Çeçenistanê girt ser xwe'
Fermandarê iraqî: DAIŞ têkçûyîna xwe yê li Mûsilê bide jibîr kirin êrişî Bexdayê dike
Li Afxanistanê derbeyên giran li DAIŞ û Talîbanê hatin xistin
Wezîrê Sûriyê: DAIŞ bi êrîşên dawî dixwaze tawanên xwe binixumîne
Etîketan:
DAIŞ, Mûsilê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de