06:50 19 Sibat 2018
Zindî
    şerîaya rojava-zarokên cihûyan

    Hemas: Îsraîl bicihbûna derqanûnî, li dijî lîderên ereb radibe

    © REUTERS/ Amir Cohen
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Berdevkê Hemasê Hazim Qasim, bertek da biryara avakirina warekî cihûyan a li Şerîa Rojava a di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, vê yekê wekî ‘liberrabûna lîderên ereb' nirxand.

    Qasim  gavên Îsraîlê wekî derhiqûqî bi nav kir û wiha pê de çû: "Ev biryar nîşanî me dide ku Îsraîl, tevgerên xwe yên derhiqûqî berdewam dike.  Ev yek dewama polîtîkayên nijadperest in ku filistîniyan zorî koçê dike û warên wan dagir dike."

    Qasim lûtkeya Yekitiya Ereban a ku wê roja çarşemê li Urdunê bê lidarxistin bibîr xist û vê tevgera Îsraîlê wekî ‘liberrabûna lîderên ereb' şîrove kir.

    BANGA RAWESTANDINA BICIHBÛNÊ LI ÎSRAÎLÊ HATIBÛ KIRIN

    Di encamnameya 28emîn Lûtkeya Yekitiya Ereban de, bang li Îsraîlê hatibûkirin da ku ew dev ji bicihbûna li ser axa Îsraîlê berde.

    Lê Bûroya Serwezîriya Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya îro de amaje kir ku biryara avakirina warekî cihûyan li Şerîaya Rojava, ji aliyê Kabîneya Ewlehiyê ve hatiye pejirandin.

    Bi heman mijarî:

    Nasrallah bertek da 'Rapora Filistînê': Vê bûyerê rastiya NY nîşan da
    Li Îranê ji bo piştgiriya Filistînê konferanseke navneteweyî dest pê kir
    ‘Trump dest danî ser pereyên ku Obama dabû Filistînê'
    Ji Kerry bo Filistînê dîrektîfa alîkariya 221 milyon dolarî
    Rêvebirya Filistînê ji konferansa Parîsê kêfxweş e
    Etîketan:
    warê cihûyan, şerîaya başûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de